ENQERE - Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê tekildarî hevdîtina bi Erdogan re daxuyaniyeke nivîskî parve kir. Di daxuyaniyê de hat gotin ku li ser pêvajoyê nirxandinên berfireh hatine kirin û ji bo pêşveçûna pêvajoyê ji aliyê avêtina gavên pêwîst ve li hev kirine.
Endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar bi Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan re li Qasra Serokkomariyê hevdîtinek pêk anîn. Serokê MÎT'ê Îbrahîm Kalin û Cigirê Serokê AKPê Efkan Ala jî tevlî hevdîtinê bûn. Hevdîtin nêzî saeteke dom kir. Heyeta DEM Partiyê tekildarî hevdîtinê daxuyaniyeke nivîskî parve kir.
Daxuyanî bi vî rengî ye ye: “Di civînê de, me nirxandinên berfireh li ser qonaxa niha ya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û gavên pêwîst ên pêşerojê kirin. Em bi kêfxweşî dibêjin ku me ji bo pêşveçûna pêvajoyê gavên pêwîst ku divê bên avêtin li hev kir û em gihîştin fikreke hevpar.”
