STENBOL - Hejmara nû ya kovara Jinê bi manşeta “Ji herêmê ber bi kûrewî ve lêgerîna aştiyê ya jinan” derket.
	Hejmara 131’emîn a kovara Jinê bi manşeta “Ji herêmê ber bi kûrewî ve lêgerîna aştiyê ya jinan” derket. Di vê hejmarê de kovarê bal kişand ser şêweyê nirxandina aştiyê ya jinan û çawaniya veguherîna civakê nirxand. 
	Nivîsên di hejmara nû de ev in: 
	"* Pêvajoya aştiyê û jin / Nazan Ustundag
	* Mayîna di sînorê de / Melek Goregenlî 
	* Aştî kengî ji bo jinan tê? / Medya Doz 
	* Di diyalektîka ez û yê din de gelo bêyî naskirinê azadî pêkan e? / Aylîn Karakaş
	 * Di bin siya şer de gotûbêjkirina aştiyê / Gulbahar Alpsoy 
	* Di hevkêşeya dîrokî ya Rojhilata Navîn de girîngiya Banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ / Zozan Kutum”




