RIHA - Li Rihayê jineke ciwan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. 
	Li Taxa Batikent a navçeya Karakopru ya Rihayê Meryem S. (27) bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Piştî kesên li derdorê hay pê xistin polis û tîmên tenduristiyê hatin cihê bûyerê. Piştî ku tîmên tenduristiyê diyar kirin ku Meryem S. jiyana xwe ji dest daye, cenazeyê wê rakirin morga Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Mehmet Akîf Înanê. 
	Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin. 
								



