NAVENDA NÛÇEYAN - Helîkopterek a girêdayî Rêveberiya Trafîkê ya Silêmaniyê kete xwarê. Di qezayê de 2 kes birîndar bûn.
	Li gorî nûçeya Rojnewsê; helîkoptereke hawarê ya Rêveberiya Trafîkê ya Silêmaniyê, li Çiyayê Ezmer ê Silêmaniyê ketiye xwarê û 2 kesên tê de birîndar bûne. Li gorî agahiyan, helîkopter ji ber qezaya li Çiyayê Ezmerê bi hawara welatiyan çûbû.  
	Sedema ketina helîkopterê nehate zanîn.
	Beriya qezaya helîkopterê, li Çiyayê Ezmer ê Silêmaniyê wesayîtek qelibî bû û di encamê de welatiyekî jiyana xwe ji dest dabû.




