NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeyeke payebilind a DYA’yê bi Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî û Serokkomarê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Ahmed El Şara re hevdîtin kir.
	Şandeyeke DYA’yê ku ji Senatora DYA’yê û endama Komîteya Têkiliyên Karên Derve ya Senatoyê Jeanne Shaheen, Nûnerê DYA’yê Joe Wilson û Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê Thomas Barrack pêk dihat, duh çû serdana Sûriyeyê. 
	Şandeya DYA’yê li Şamê bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî û Serokkomarê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Ahmed El Şara re cuda cuda hevdîtin kir. 
	Hat diyarkirin ku di hevdîtinan de geşedanên siyasî û ewlehiyê yên li herêmê û têkoşîna li dijî DAIŞ’ê hatine gotûbêjkirin. 




