* Ji ber xebatên lêgerîna petrolê yên TPAO’yê, kaniyên Çiyayên Gabarê qirêjî bûn û hişk bûn.  Şêniyên gundê Ziyaretê gotin: “Di demên berê de li her devera gundên me kanî hebûn lê niha tune ne. Her roj em diçin walîtiyê û ji me re dibêjin ‘ha îro ha sibe’ lê me dixapînin.” 
	*Tukan Abayli ku li zozanên gundê Licikê nêzî 30 sal in bêrîvaniyê dike, xwest xebatên jeotermalê bi dawî bibin. 
	* Kedkarên qeyûmê Wanê ji kar derxistî 25 roj in li ber xwe didin. Karkeran, diyar kirin ku ew ê li dijî neheqiyê paşvegavê neavêjin. 
	* Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê komîsyona li meclisê hatiye avakirin hem li Abdullah Ocalan hem jî Koma Aştî û Civaka Demokratîk guhdarî bike û gavên divê bên avêtin rêz kir. 
	* “Komîsyona Jin û Destûra Bingehîn” a ji hêla TJA’yê ve hatiye avakirin dê têkildarî pêvajoyê li Qonaxa Cemîlpaşa ya Amedê daxuyaniyê bide. (11.00) ZINDΠ
	* Rêxistina DEM Partiyê ya Esenyurtê dê li eywaneke dawetan a navçeyê bi beşdariya Hevserokê Giştî Tuncer Bakirhan bi dengbêjan re hevdîtinê bike. (13.00)
	* Li Navenda Çandê ya Yaşar Kemal a Edeneyê dê bi tevlibûna Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari dê bi partiyiyan re hevdîtinek bê kirin. (14.00) ZINDΠ




