NAVENDA NÛÇEYAN - Li başûrê Şîliyê bi pileya 7.5’ê erdhej çêbû. Rayedaran hişyariya tsunamiyê li welatiyan kirin. 
	Li başûrê welatê Amerîkaya Başûr Şîliyê bi pileya 7.5’ê erdhej çêbû. Navenda Lêkolînkirina Jeolojîk a Amerîkayê (USGS), ragihand ku erdhej li Bihureka Drakeyê ya li behra Nîvigrava Antartîkayê ya Şîliyê çêbûye. Hat zanîn ku ji ber erdhejê gelek bajarên Arjantîn û Şîliyê jî hejiyane. 
	Servîsa Hîdrografî û Oşînografî ya Artêşa Behrê ya Şîliyê (SHOA), piştî erdhejê hişyariya tsunamiyê kir. SHOA’yê xwest herêmên ber peravên behrê tavilê bên valakirin. 
	Têkildarî windahiyên madî û canî heta niha tu agahî nehatine parvekirin. 




