NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên hikumeta veguhêz û çekdarên girêdayî wan ku agirbesta li Siwêdayê binpê kirin, pev çûn. 
	Hêzên hikumeta veguhêz û çekdarên girêdayî wan ên ku li gundê Qerasyê bi cih bûne, şeva borî gundê Necranê yê Siwêdayê gulebaran kirin. Hêzên hikumeta veguhêz û çekdarên girêdayî wan ji eniya Mezrayê jî gule li gundên Mecdel û Welgayê barandin.
	Li gundewarên Siwêdayê her roj agirbest ji hêla hêzên hikumeta veguhêz û çekdarên girêdayî wan ve tê binpêkirin.
	Hat ragihandin ku ji gundên Dama, Cedal û El Şeyah gule ber bi zeviyên bajarokê Arîqa hatin avêtin. Li herêmê pevçûnên kurt rû dan.
								



