AMED - Şêniyên herêmî bertek nîşanî xebatên madenê yên tevî ku rapora ÇED’ê nîne jî tên domandin dan, li cihê makîneyên kar kon vegirtin û gotin ku dê çalakiya wan heta dawiyê bidome.
Şîrketa Anonîm a Madenvanî û Bazirganiya Derve ya Kulpê, li Zozana Hesendînê ya navçeya Pasûrê ya Amedê tevî ku rapora wê ya Nirxandina Bandora Hawirdorî (ÇED) nîne jî xebatên xwe didomîne. Ji bo protestokirina vê rewşê, li herêmê daxuyanî hate dayin. Komîsyona Hawirdor û Bajar a Baroya Amedê, Komîsyona Ekolojiyê ya Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Amedê jî di nav de gelek kes tev li çalakiyê bûn.
Endamê Komîsyona Hawirdor û Bajar a Baroya Amedê Ahmet Înan got ku bi sedan sala ye xelkê herêmê kevneşopiya xwe li ser vê axê didomîne û ev tişt anî ziman: “Lêbelê li vir felaketeke madenê heye. Projeya madenê gel tune dihesibîne, dewletê tune dihesibîne. Di doza rapora ÇED’ê ya vê derê ku hêj didome, dema min rapora ÇED’ê xwestî, gotin ku rapora ÇED’ê winda bûye. Pir aşkeraye ku bêyî rapora ÇED’ê nikarin tu xebatan bikin lê em dibînin ku bi sedan dar hatine birîn, rê hatiye vekirin, xweza hatiye talankirin û xebatên madenê hatine destpêkirin. Bêhiqûqtiya li vê derê, me tevekan diêşîne. Em bang li walîtî û Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê dikin ku peywira xwe bicih bînin. Li vir xebatên derhiqûqî tên kirin. Cara ewil li vir bêyî rapora ÇED’ê xebat tên meşandin. Em vê qebûl nakin. Gel dê li vir konê xwe vegire û heke mudaxile were kirin jî ev bi temamî derqanûnî ye.”
‘DIVÊ TAVILÊ KEMÇEYAN JI VIR BIBIN’
Hevşaredarê Pasûrê Mûrat Îpek jî got ku divê xebatên projeya madenê bên sekinandin. Welatiyan jî got ku bi madenê re zozana wê tê tunekirin û ew jî vê qebûl nakin. Welatiyan, got: “Divê kemçe tavilê bên rakirin. Heta ev kemçeye ji vir diçin em ê li vir bin. Em axa xwe nadin şîrketan. Ev şîrket bûne bela serê me. Xaka me, jiyana me ye. Em li vir ajalvaniyê dikin. Mixabin çeteyên ku ji bo pênc qirûşên pereyan hatine vir, hewl didin ajal û axa me ji dest me derxînin. Îro gelê me tê talankirin. Ev ax ya me ye û em naxwazin biterikînin.”
‘EM DEV JI BERXWEDANÊ BERNADIN’
Wekîla DEM Partiyê Adalet Kaya jî ev tişt anî ziman: “Gel, bi talana şîrketan re rû bi rû ye û terkî wijdana wan hatiye kirin. Lê li ber xwe didin û li dijî wê derdikevin. Li dijî şîrketên bêyî rapora ÇED’ê li vir dixebitin, têdikoşin. Ev berxwedan hêj didome. Em ê vê talan û tecawiza li dijî xwezayê qebûl nekin. Em ê heta dawiyê bi berxwedana gel re bin. Ev şîrket dê her tiştê xwe bibe û biçe.”
Şêniyên gundên herêmê, konê xwe yê ji bo çalakiyê vegirtibû veguhest vê qadê û berxwedana xwe li ber makîneyên kar didomîne.