NAVENDA NÛÇEYAN - Ahmet Dîkmen ku dema ji Belçîkayê çû Spanyayê, hate binçavkirin û bi daxwaza vegerandina li Tirkiyeyê hate girtin.
Ahmet Dîkmen ku li Belçîkayê dijî û çû Spanyayê, hate biçavkirin û bêyî agahiya malbata wî birin Madrîdê û hate girtin. Dîkmen, ji ber cezayê hefsê yê 20 salan, di sala 2013’an de ji Tirkiyeyê koçî Ewropayê kir ûl i Belçîkayê dijî. Dîkmen, duh (12’ê Tîrmehê) çû herêma Valensiya ya Spanyayê û li wir hate binçavkirin. Malbata Dîkmen a li Belçîkayê dijî, got: “Ji ewil ji me re gotin ku li Valensiyayê dimîne û dê bibin dozgeriyê. Îro jî gotin ku dê bibin Madrîdê. Lêbelê saet derdora 12.30’ê polîs geriyan û gotin ku şevê din birine Madrîdê û bi daxwaza îadekirinê dê sewqî edliyeyê bikin.”
Malbatê da zanîn ku îro saet derdora 13.30’ê de destûr ji Dîkmen re hatiye dayin ku li endamên malbatê bigere, gotiye ku hatiye girtin û ji bo îadekirinê ji Tirkiyeyê hatiye xwestin ku di nava 40 rojan de agahî bên dayin.