AGIRÎ - Li Bazîda Agiriyê, hat îdîakirin ku Hîvda Kumza a 4 meh ducanî întîhar kiriye.
Li navçeya Bazîda Agiriyê, hat îdîakirin ku jina 4 meh ducanî Hîvda Kumza întîhar kir. Hat diyar kirin ku Hîvda ya berî 7 mehan bi K.K. re hatibû zewicandin, bi ambulansê rakirin Nexweşaneya Dewletê ya Bazîdê û ji wir jî sewqî Nexwaşxaneya Lêkolîn û Perwerdê hat kirin. Ligel hemû hewldanan Hîvda jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wê ji bo otopsiyê rêkirin Saziya Tîpa Edlî ya Erziromê. Piştî otopsiye malbatê cenazeyê Hîvda girt û spartin axê.
Malbata Hîvda, diyar kir ku mirina keça wan bi gûmane. Lê nehat zanîn ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin an na.