Li Agiriyê mirina jinekê ya bi gûman 2018-05-13 12:07:15   AGIRÎ - Li Bazîda Agiriyê, hat îdîakirin ku Hîvda Kumza a 4 meh ducanî întîhar kiriye.   Li navçeya Bazîda Agiriyê, hat îdîakirin ku jina 4 meh ducanî Hîvda Kumza  întîhar kir. Hat diyar kirin ku Hîvda ya berî 7 mehan bi K.K. re hatibû zewicandin, bi ambulansê rakirin Nexweşaneya Dewletê ya Bazîdê û ji wir jî sewqî Nexwaşxaneya Lêkolîn û Perwerdê hat kirin. Ligel hemû hewldanan Hîvda jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wê ji bo otopsiyê rêkirin Saziya Tîpa Edlî ya Erziromê. Piştî otopsiye malbatê cenazeyê Hîvda girt û spartin axê.   Malbata Hîvda, diyar kir ku mirina keça wan bi gûmane. Lê nehat zanîn ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin an na.