Doza Nedîm Turfent: Wêneyê azadiya çapemeniyê radixe ber çavan

  • rojane
  • 09:51 13 Gulan 2018
  • |
img
WAN - Rojnameger Nedîm Turfent 2 salên wî yên li girtîgehê îro temam dibin. Rojnameger Fatîh Polat cezayê ji bo Turfent hat dayîn nirxand û got: “Wêneyê rastiya azadiya çapemeniyê radixe ber çavan.”
 
Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA) a bi biryara KHK’ê hat girtin Nedîm Turfnet ji 13’ê Gulana 2016’an ve girtiye. Turfent ji ber ku nûçeyên di dema qedexeyên derketina derve ya navçeya Gevara Colemêrgê serwîs kirin û deng vedan, li ser hin hesabên medya tora civakî bi dehan car gef lê hatin xwarin.  
 
NE REHETIYÊN JI BER NÛÇEYÊN NEDÎM DERKETIN HOLÊ 
 
Dîmenên di şantiyek înşeatê ya Geverê de hatibûn kişandin, weke bombeyekê ket rojeva Tirkiyeyê. Di dîmenê de, polîsên hêzên taybet ji ciwanan bigirin heya karkêrn 50 salî paşve kelepçe kiribûn û bi devdevkî dirêjê erdê kiribûn. Amîrê polîsan li ser serê wan digeriya û di got ‘Hûnê hêza Tirkan bibînin.’ Rojnameger Nedîm Turfent ê ev nûçe serwîs kir, nûçegihantiya Ajansa Nûçeyan a Dîcle dikir.  
 
Piştî nûçeya bi ser navê “Hûnê hêza Tirkan bibin” hat weşandin, ji hesabê medyaya tora civakê ya bi navê “JÎTEM” gefa kuştinê li Turfent hat xwarin û berî ku dem derbas bibe Turfent di 12’yê Gulana 2016’an di ketina Wanê de hat binçavkirin.
 
Turfent piştî hat binçavkirin, heya demekê agahî jê nehat girtin û rojnamegeran ji bo Turfent bê dîtin li ser medya tora civakê dest bi kampanyayê kirin. Dûre parlamenter ketin dewrê û di encama hewl danan de daxuyanî hat dayîn ku Turfent birine Geverê. 
 
Rojek piştî binçavkirin Turfent, bi îdîayê “Endamê Rêxistinê ye” di 13’ê Gulana 2016’an de hat girtin. Turfent tenê bi vê nûçeya xwe “Ne rehetî” denexistibû holê. Turfent cardin bi nûçeyên binpêkirina mafan ên di dema qedexeya derketina derve ya 79 rojên li Geverê jî hiştî ku nerehetî çêbibe. 
 
DANÎŞÎNA 26 ŞAHIDΠ
 
Pêvajoya darizandina Turfent weke pêvajoya girtina wî pir sosret derbas bû. îdîanameya Turfent piştî 13 heman hat amadekirin. Dozger hemû nûçe û hevdîtinên Turfent ên ji bo nûçeyan kirin weke sûc dît û  xwest 22.5 cezayê girtîhê ji bo wî bê dayîn. Di dosyaye Turfent de 4 jê veşarî, 22 şahid hebûn. Ji xwe 2 şahidên nasnameya wan vekirî û 2 jê vejartî qet tevlî danişînê nebûn û şopa wan ne diyar bû. 1’emîn danişîna Turfent di 14’ê Hezîran 2017’an de hat dîtin û heya 5 danişîna dewam kir. Di danişîna 5’emîn de 19 şahid hatin guhdar kirin û hemûyan jî gotin ‘wan dibin îşkencê, gefên kuştin û tecawîzê de li ser Turfend îfade dane.’ Ji xwe gelek şahidan ji Turfent lêborîn xwestin. Parêzer û Turfent hemû îdîayên derbarê wî de vale derxistin û pûç kirin. Lê ligel vê yekê jî şandeya dadgehê di 5’emîn danişîna   Turfent a di 15’ê Kanûna 2017’an de biryara xwe ragihand û bi îdîya “Endamê rêxistinê” 8 sal û 9 meh cezayê girtîgehê li Turfent birî. 
 
‘WEKE ROJNAMEGEREKÊ MIN TERCÎHA HERÎ RAST KIR’ 
 
Turfent nameya nivîsandî ya ji girtîgehê şand de wiha got: “Min herî zêde bêriya zarokan hembêz bikim û tevlî qerebalixtiyê bibim. Xeta sînor ji bêrojnamegertiyê qemitîbû, yanî cihên dûr, bajar, navçe û gundên… Ji bo dengên qet nehatibûn bihîstin, dîtbar bikim pir bê sebir bûbûm. Ji ber vê yekê min terceh kir ku bibim rojnameger û bûm rojnameger.” 
 Parêzerên Turfent xwe amade dikin ku dosyeya Turfent destpêkê bişînin Dadgeha Bilind (AYM) û dûre jî bişînin Dadgeha Mafê Mirovan a Awropayê. 
 
BOLTAN: HEVKARIYA DIJ ÇAPEMENIYA AZAD HEYE
 
Berdevkê Înîsiyastîfa Rojnamegerên Azad Hakkî Boltan, ji bo doza Turfent got ku mînaka herî berbi çav a dijminantiya dinavbera dewlet û çapemeniyê deye. Bultan, diyar kir ku doza Turfent dozek girîng e û wiha axivî: “Divê tim bê bibîranîn. Ne berdana Turfent dide diyar kirin ku midûryeta polîsan, dozger û dadgeh hevkarî kirine. Ne tenê li dijî Nedîm, ji bo hemû çapemeniya azad hev hevkarî heye. Em vê biryara girtin Nedîm tu carî qebûl nakin. Ji bo em van biryara ji holê rabikin em ê xebatên xwe yên çapemeniya azad tim berdewam bikin.”
 
POLAT: BU DOZA TOL GIRTINÊ 
 
Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Evrenselê Fatîh Polat jî, da zanîn ku doza Turfent veguherî darizandineke tol girtinê û wiha axivî: “Turfent di serdemek pir zor de û li herêmek pir zor de, ji bo gel bigihêje nûçeyan rojnamegertî kir. Li şûna Nedîm Turfent divê kesên ku êrîşî rojnamegeran dikin bên darizandin û mehkûm kirin. Cezayê ji bo Turfent hat dayîn, rastiya çapemeniya azad a li Tirkiyeyê radixwe ber çavan. Divê hemû rojnameger xwedî hempîşeyên xwe derbikevin. Ji bo mafê agahî girtina gel emê têkoşîna xwe berdewam bikin û emê tu carî zextên li ser rojnamegeran qebûl nekin.”
 

Sernavên din

14/05/2018
15:52 Serlêdana malbatan cara 75’an jî hat redkirin
15:47 Parêzerên Demîrtaş dê sibe ji bo berdana wî serlêdan bikin
15:39 Xebatkarê Kovara Moderniteya Demokratîk hat binçavkirin
15:36 Cihê namzetên serokomariyê yên di pusulaya dengan de diyar bû
15:28 Li Hezexê pevçûn: 2 leşker birîndar bûn
15:27 Prof. Dr. Oran: Ruhê 7’ê Hezîranê di danezanê de heye
15:26 HDP dê rejîma yek zilam ji holê rake
15:09 Komîsyona Astengdaran a HDP’ê astengdaran vexwend têkoşînê
15:08 HDP’ê li Nisêbînê buroya hilbijartinê vekir: Em zarokên xwe ji bîra nekin
14:56 HDP'ê soza 'Jiyanek nû' da 80 milyon gelê Tirkiye
14:39 Malbatan ji bo Yerkel gotin: Tu dikarî bi lêgerîna edaletê ya ji bo soma destpê bikî'
13:50 Buldan: Temenê wan bi qasî mohrekê maye
Temellî: Dengek ji HDP’ê re û dengek ji Demîrtaş re
13:41 Dayik di taştê de hatin cem hev
13:24 72'emîn danişîna doza Dink dest pê kir
12:35 Manîfestoya Demîrtaş aşkere kirin: Ez têm ku em dawî li pergala yek mirovî bînin
12:34 Leşkeran bi ser adresên şaş de girtin
11:46 Dadgeha Babê her DAIŞ'iyek bi 5 hezar dolarî firot MÎT'ê
11:28 HDP danezana xwe ya hilbijartinê aşkere kir: Tu dikarî
11:11 2 kes li Îzmîrê hatin binçavkirin
10:48 Maşina kar gaziyê Kibrisê eciqand û kuşt
10:25 ‘Ger li Îmraliyê maseya çareseriyê bê avakirin dibe ku efûya giştî bê rojevê'
09:42 Encamên hilbijartina Iraqê yên 10 bajaran eşkere bûn
09:22 Cihê Sînemaya Yilmaz Guney kirin park
09:22 Dersim li dijî tifaqên rast xwe ji reqorê re amade dike
09:21 Dayikên Aştiyê: Zarokên xwe bi zimanê dayikê mezin bikin
09:20 Qeyûm di xizmeta polîs û leşkeran de ye
09:19 Alpay: Divê hemû kes berpirsiyariyê hilde
Tunç: Tekane nûnerê demokrasî û azadiyê HDP ye
09:18 Demîr: Em ê li Stenbol 1.5 milyon deng bistînin
09:16 Kedkarên ji kar hatin avêtin: Çareserî HDP ye
09:13 Zeraq: Dante ji bo îtalyanî çi be Hawar jî ji bo kurmanciya me ew e
09:00 ROJEVA 14'Ê GULANA 2018'AN
13/05/2018
17:52 Bi hezaran kesan li Somayê 301 karker bibîr anîn: Desthilatdar berpirse
17:49 Li Êlihê zêdeyî 50 bernamzetan serî li HDP’ê dan
17:31 Di serdema AKP'ê de Hezar û 652 karker di kanên madenê de mirin
16:52 Li gelek navendên Amedê jinan Roja Dayîkan pîroz kirin
15:02 HDP’ê li Sêrtê buroya hilbijartinê vekir
15:02 Lehî li Kobanê rabû: 30 mal hilweşiyan
14:59 Başaran a HDP'î: Ji bo parastina dengan xebatên me berdewam dikin
14:41 Soykan: Ger ku manşetê ne ecibînin dibêjin ‘Camêr bêzar bû'
14:15 TMMOB’ê kesên li Somayê jiyana xwe ji dest dan bibîr anîn
13:54 ‘Em li dora HDP’ê bibin yek’
13:38 Irgat: Em ê pergala jinan kêm dibîne di sindoqan de veşêrin
13:36 Turkdogan di Kongreya ÎHD'ê de axivî: Divê tecrîda li ser Ocalan rakin
13:06 301 karkerên madenê hatin bibîranîn
12:55 Jinên HDP’î laçik diyarî Dayîkên Aştiyê kirin
12:07 Li Agiriyê mirina jinekê ya bi gûman
11:52 Rêxistina HDP'ê ya Mêrdîn: Bi betalkirina rûhsatan gefan li esnafan dixwin
11:50 Dayîkên Şemiyê: Roja Dayîkan ji bo me dojeh e
11:41 Dayika ku 24 salin li kurê xwe digere: Bi heviya rojekê bê deriyê min tim vekiriye
10:53 Demîrtaş ji bo Roja Dayîkan peyam da
10:52 Peyama Demirtaş a Somayê: Em dê heta dawî lêgerina edaletê bişopînin
10:34 Berdevka TOP'ê Koca: Em dê piştgiriyê bidin HDP û Demîrtaş
10:34 Ekolojîst: Em ê piştgiriyê bidin HDP'ê
09:51 Doza Nedîm Turfent: Wêneyê azadiya çapemeniyê radixe ber çavan
09:48 Îlham Ehmed: Şerê tê kirin ne netê şerê desthilatdar û civakan e
Divê civakên herêmê xwe bi rêxistin bikin û neyên van lîstikan
09:24 Dayika leşkerê dîlgirtî: Bila pêvajoya aştiyê dîsa dest pê bike
09:22 ‘Her dengeke ji bo HDP’ê dê tecrîdê bişkîne’
09:21 Dozger 15 sal ceza ji Hevserokê Giştî yê DBP’ê Arslan re xwest
09:20 Li Hatayê bi girtina deriyên sînor debar serobino bû
09:15 Egîtîm-Sen: Em ê pêşeroja xwe radestî AKP’ê nekin
09:13 Sektora înşeatê jî rawestiya
09:11 Li gundê Gêmanê xezeba kuliyan: Gundî nikarin çandiniyê bikin
09:09 Gulsum Kav: Jin dibêjin TEMAM
09:07 Daristanên leşkeran şawitandin ji nûve aj didin
09:05 ‘Sedema Hawarê Herîrî, Xanî, Bazîdî, Cizîrî, Teyran, Bateyî ye’
09:00 ROJEVA 13'Ê GULANA 2018'AN
12/05/2018
22:52 Hogirê 11 salî yê di teqînê de jiyana xwe ji dest da bi girseyî defin kirin
21:33 Dengdayîna hilbijartina li Iraqê bi dawî bû
21:26 HDP'ê lez da xebatên hilbijartinê
Li du navendan buroyên hilbijartinê vekir
21:09 Rojeva dayikan Ocalan e
21:03 Destûr nedan girtiyê nexweş bê dermankirin
19:35 Şaxa ÎHD’ê ya Amedê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
18:07 Li Ordu di cînayeta kar de Sinan Ozturk mir
17:46 Adar Jiyan: Teqez bi zarokên xwe re bi kurdî bi axivin
16:41 ÎHD’ê di Rûniştina F de bal kişand ser rewşa Rojbîn Perîşan
16:14 Zarokek li Nisêbînê di teqinê de jiyana xwe ji dest da
16:05 Beklevîç li ber Mînareya Çar Ling dawî li meşa xwe anî
16:04 HDP'ê li Wanê yekem buroya hilbijartinê vekir
15:59 Ji ber wêneyê Tahîr Elçî rastî 15 meh ceza hat
15:52 Şerê li Efrînê her ku diçe zêde dibe
15:27 ‘Destûra bingehîn neçar e Geliyê Munzûrê biparêz e’
15:26 ÎHD: Daxwazên girtiyên nexweş ên di greva birçîbûnê de qebûl bikin
14:59 '23 sal in li bendê me ku bê roja dayika pîroz bike’
14:58 Temellî: Dem dema guhertinê ye
14:48 Gava ji taziya xizmê xwe yê faîl ne diyar vedigeriya, hat kuştin
13:59 Ahmet Turk du malbat li hev anîn: Dem dema biratiyê ye
13:46 Li Reqqa teqîn pêk hat: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:26 Li Kocaeliyê karkerekê milê wî jê bû mir
13:06 Walî, fermandar û midure polîsan ji AKP'ê re deng xwestin:
Em qasid in xwediyê kar Serokomar Erdogan e
12:19 Li Şengalê dengdayin tê astengkirin
12:18 Prof. Dr. Unal: Ji bo HDP’ê rewşek erênî ya cîdî heye
12:03 Hilbijartina Iraqê bi dengdayînan didome
11:57 Li Bûrsa û Erdexanê qeza: 4 kes mirin û 30 kes birîndar bûn
11:44 Dayikên Aştiyê: Aştî pêk bê, dê Roja Dayikan xweş bibe
11:37 Lêpirsîna pîl û derzî li girtiyan vekirin
11:36 Akademîsyen Guney: HDP dê bibe remza rûmetê
11:17 Li Efrînê studyoya wêneyan kirin Qesepxaneya Guta
10:53 HDP dê buroyên hilbijartinê yên jinan veke
10:36 Dem dema çîlekên Sasonê ye
10:17 Xwendekarên zanîngehê: Hevî HDP ye