Doza Nedîm Turfent: Wêneyê azadiya çapemeniyê radixe ber çavan 2018-05-13 09:51:39   WAN - Rojnameger Nedîm Turfent 2 salên wî yên li girtîgehê îro temam dibin. Rojnameger Fatîh Polat cezayê ji bo Turfent hat dayîn nirxand û got: “Wêneyê rastiya azadiya çapemeniyê radixe ber çavan.”   Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA) a bi biryara KHK’ê hat girtin Nedîm Turfnet ji 13’ê Gulana 2016’an ve girtiye. Turfent ji ber ku nûçeyên di dema qedexeyên derketina derve ya navçeya Gevara Colemêrgê serwîs kirin û deng vedan, li ser hin hesabên medya tora civakî bi dehan car gef lê hatin xwarin.     NE REHETIYÊN JI BER NÛÇEYÊN NEDÎM DERKETIN HOLÊ    Dîmenên di şantiyek înşeatê ya Geverê de hatibûn kişandin, weke bombeyekê ket rojeva Tirkiyeyê. Di dîmenê de, polîsên hêzên taybet ji ciwanan bigirin heya karkêrn 50 salî paşve kelepçe kiribûn û bi devdevkî dirêjê erdê kiribûn. Amîrê polîsan li ser serê wan digeriya û di got ‘Hûnê hêza Tirkan bibînin.’ Rojnameger Nedîm Turfent ê ev nûçe serwîs kir, nûçegihantiya Ajansa Nûçeyan a Dîcle dikir.     Piştî nûçeya bi ser navê “Hûnê hêza Tirkan bibin” hat weşandin, ji hesabê medyaya tora civakê ya bi navê “JÎTEM” gefa kuştinê li Turfent hat xwarin û berî ku dem derbas bibe Turfent di 12’yê Gulana 2016’an di ketina Wanê de hat binçavkirin.   Turfent piştî hat binçavkirin, heya demekê agahî jê nehat girtin û rojnamegeran ji bo Turfent bê dîtin li ser medya tora civakê dest bi kampanyayê kirin. Dûre parlamenter ketin dewrê û di encama hewl danan de daxuyanî hat dayîn ku Turfent birine Geverê.    Rojek piştî binçavkirin Turfent, bi îdîayê “Endamê Rêxistinê ye” di 13’ê Gulana 2016’an de hat girtin. Turfent tenê bi vê nûçeya xwe “Ne rehetî” denexistibû holê. Turfent cardin bi nûçeyên binpêkirina mafan ên di dema qedexeya derketina derve ya 79 rojên li Geverê jî hiştî ku nerehetî çêbibe.    DANÎŞÎNA 26 ŞAHIDΠ   Pêvajoya darizandina Turfent weke pêvajoya girtina wî pir sosret derbas bû. îdîanameya Turfent piştî 13 heman hat amadekirin. Dozger hemû nûçe û hevdîtinên Turfent ên ji bo nûçeyan kirin weke sûc dît û  xwest 22.5 cezayê girtîhê ji bo wî bê dayîn. Di dosyaye Turfent de 4 jê veşarî, 22 şahid hebûn. Ji xwe 2 şahidên nasnameya wan vekirî û 2 jê vejartî qet tevlî danişînê nebûn û şopa wan ne diyar bû. 1’emîn danişîna Turfent di 14’ê Hezîran 2017’an de hat dîtin û heya 5 danişîna dewam kir. Di danişîna 5’emîn de 19 şahid hatin guhdar kirin û hemûyan jî gotin ‘wan dibin îşkencê, gefên kuştin û tecawîzê de li ser Turfend îfade dane.’ Ji xwe gelek şahidan ji Turfent lêborîn xwestin. Parêzer û Turfent hemû îdîayên derbarê wî de vale derxistin û pûç kirin. Lê ligel vê yekê jî şandeya dadgehê di 5’emîn danişîna   Turfent a di 15’ê Kanûna 2017’an de biryara xwe ragihand û bi îdîya “Endamê rêxistinê” 8 sal û 9 meh cezayê girtîgehê li Turfent birî.    ‘WEKE ROJNAMEGEREKÊ MIN TERCÎHA HERÎ RAST KIR’    Turfent nameya nivîsandî ya ji girtîgehê şand de wiha got: “Min herî zêde bêriya zarokan hembêz bikim û tevlî qerebalixtiyê bibim. Xeta sînor ji bêrojnamegertiyê qemitîbû, yanî cihên dûr, bajar, navçe û gundên… Ji bo dengên qet nehatibûn bihîstin, dîtbar bikim pir bê sebir bûbûm. Ji ber vê yekê min terceh kir ku bibim rojnameger û bûm rojnameger.”   Parêzerên Turfent xwe amade dikin ku dosyeya Turfent destpêkê bişînin Dadgeha Bilind (AYM) û dûre jî bişînin Dadgeha Mafê Mirovan a Awropayê.    BOLTAN: HEVKARIYA DIJ ÇAPEMENIYA AZAD HEYE   Berdevkê Înîsiyastîfa Rojnamegerên Azad Hakkî Boltan, ji bo doza Turfent got ku mînaka herî berbi çav a dijminantiya dinavbera dewlet û çapemeniyê deye. Bultan, diyar kir ku doza Turfent dozek girîng e û wiha axivî: “Divê tim bê bibîranîn. Ne berdana Turfent dide diyar kirin ku midûryeta polîsan, dozger û dadgeh hevkarî kirine. Ne tenê li dijî Nedîm, ji bo hemû çapemeniya azad hev hevkarî heye. Em vê biryara girtin Nedîm tu carî qebûl nakin. Ji bo em van biryara ji holê rabikin em ê xebatên xwe yên çapemeniya azad tim berdewam bikin.”   POLAT: BU DOZA TOL GIRTINÊ    Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Evrenselê Fatîh Polat jî, da zanîn ku doza Turfent veguherî darizandineke tol girtinê û wiha axivî: “Turfent di serdemek pir zor de û li herêmek pir zor de, ji bo gel bigihêje nûçeyan rojnamegertî kir. Li şûna Nedîm Turfent divê kesên ku êrîşî rojnamegeran dikin bên darizandin û mehkûm kirin. Cezayê ji bo Turfent hat dayîn, rastiya çapemeniya azad a li Tirkiyeyê radixwe ber çavan. Divê hemû rojnameger xwedî hempîşeyên xwe derbikevin. Ji bo mafê agahî girtina gel emê têkoşîna xwe berdewam bikin û emê tu carî zextên li ser rojnamegeran qebûl nekin.”