RIHA - Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Dilek Ocalan, der barê teşwîkên ku Namzetê AKP'ê û Serokê SGK'ê Mehmet Selim Bagli yên ku dan xizmên xwe de pirsname da û got: "Ma ji bo mirov sûdê ji teşwîkan bigire divê mirov namzetê AKP'ê be?"
Wezîrê Sewalkarî, Çandinî u Zexîreyê ji bo teşwîkê 300 mih, piştgiriya meaş da rençber an. Ji bo sûdgirtinê 200 kesan serî li rayedaran dan. Ji 200 kesên serlêdan kirin tenê 15 kes girtin û ji vana jî 14 kes bernamzetên parlamenteriya AKP'ê ne. Balkêş e gelek xizmên Serokê Lijneya Ewlehiya Civakî (SGK) Mehmet Selim Bagli ne. Têkildarî mijarê Parlamentera Partiya Gelan a Demokratik (HDP) ya Rihayê Dilek Ocalan, pirsname da Serokwezîr Binali Yildirim.
Ocalan ji bo Serokwezîr Bînalî Yildirdim bibersîne wiha pirsî:
* “Mijara ku Wezîrê Zexîre û Çandiniyê qala wê dike çend rençberan serlêdan kirin?
* Nirxandina serlêdanan li gorî kijan kriteran hat kirin?
* Serokbûna SGK'ê bandorek çawa li ser dosyayan dike?
* Bernamzetiya AKP’ê ya parlamenteriyê bandorek çawa li ser serlêdanê dike?
* Gundiyên ku xwestin sûdê ji teşwika Wezîr bigirin ma pêwiste bibin bernamzetên AKP’ê yên parlamenteriyê?