Dîlek Ocalan a HDP'î: Ma ji bo sûdwergirtina teşwîkan divê mirov namzetê AKP'ê be? 2018-05-11 16:14:51   RIHA - Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Dilek Ocalan, der barê teşwîkên ku Namzetê AKP'ê û Serokê SGK'ê Mehmet Selim Bagli  yên ku dan xizmên xwe de pirsname da û got: "Ma ji bo mirov sûdê ji teşwîkan bigire divê mirov namzetê AKP'ê be?"    Wezîrê Sewalkarî, Çandinî u Zexîreyê ji bo teşwîkê 300 mih, piştgiriya meaş da rençber an. Ji bo sûdgirtinê 200 kesan serî li rayedaran dan. Ji 200 kesên serlêdan kirin tenê 15 kes girtin û ji vana jî 14 kes bernamzetên parlamenteriya AKP'ê ne. Balkêş e gelek xizmên Serokê Lijneya Ewlehiya Civakî (SGK) Mehmet Selim Bagli ne. Têkildarî mijarê Parlamentera Partiya Gelan a Demokratik (HDP) ya Rihayê Dilek Ocalan, pirsname da Serokwezîr Binali Yildirim.  Ocalan ji bo Serokwezîr Bînalî Yildirdim bibersîne wiha pirsî:    * “Mijara ku Wezîrê Zexîre û Çandiniyê qala wê dike çend rençberan serlêdan kirin?  * Nirxandina serlêdanan li gorî kijan kriteran hat kirin? * Serokbûna SGK'ê bandorek çawa li ser dosyayan dike? * Bernamzetiya AKP’ê ya parlamenteriyê bandorek çawa li ser serlêdanê dike?  * Gundiyên ku xwestin sûdê ji teşwika Wezîr bigirin ma pêwiste bibin bernamzetên AKP’ê yên parlamenteriyê?