Şenyaşar li Meclisê daxuyaniya ewil da: Bila Wezîrê Dadê xwedî li sonda xwe derkeve

img
ENQERE - Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Ferît Şenyaşar di daxuyaniya ewil a li Meclisê de bal kişand ser Nobeda Edaletê û bang li Wezîrê Dadê yê nû kir ku xwedî li sonda xwariye derkeve û got: “Em dixwazin bêedaletî bi dawî bibe.” 
 
Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar li Meclisê têkildarî cezayê pereyan ku li dayika wî Emîne Şenyaşar birîne civîna çapemeniyê li dar xist. Şenyaşar spasiya her kesê ku piştgirî dane doza wan edaletê kir û armanca wî ya ku dest bi siyasetê kiriye lêgerîna edaletê ye û pirsgirêkên xelkê Rihayê bibe Meclisê ye. 
 
Şenyaşar bal kişand ser hûrguliyên têkoşîna edaletê ya xwe û dayika xwe û destnîşan kir ku heta edalet bicih neyê dê dest ji têkoşîna xwe ya edaletê bernedin. 
 
BANGA JI BO WEZÎRÊ DADÊ YÊ NÛ: XWEDÎ LI SONDA XWE DERKEVIN 
 
Şenyaşar destîşan kir ku seranserî nobeda edaletê ku li ber Edliyeya Rihayê girtine 3 wezîr hatine tayînkirin û wiha got: “Dema me nû dest bi edaletê kir, Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul bû. Dema li Komîsyona Edaletê ya Meclisê têkoşîna dayika min ji Abdulhamît Gul hatibû kirin, wî jî gotibû ku ew ji ber vê rewşê xemgîn e û meseleyê dişopînin. Paşê jî Bekîr Bozdag tayînî şûna wî hat kirin. Bekîr Bozdag tê Rihayê. Derbarê mijarek ku pê nizane dê Bozdag bi Serdozgerê Rihayê re hevdîtin bike, lê di heman demê de dayika min li ber edliyeyê ji bo edaletê têdikoşe. Bekîr Bozdag di deriyê ku dayika min li berê nobedê digire, nakeve hundirê edliyeyê. Serdozgerî ji bo vê meseleyê çareser bike, li pişt avahiya edliyeyê deriyek nû vedike û Bekîr Bozdag di wî deriyi de ketiye hundir û derketiye. Raya giştî ya Tirkiyeyê û dinyayê têkoşîna dayika min dişopîne û ev têkoşîn li ber edliyeyê berdewam dike. Niha jî Wezîrê Dadê yê nû hat tayînkirin. Em di wezîfeya wî de jê re serkeftinê dixwazin. Heta niha me rewşek neyînî nedîtiye. Em rexneyek neyînî lê nakin lê belê em bang li wezîrê dadê dikin ku wezîfeya xwe bike. Em wî vedixwînin ku xwedî li sonda ku li Meclisê xwar derkeve.” 
 
‘HETA KU EDALET BICIH NEYÊ EZ Ê JI VIR NEÇIM’ 
 
Şenyaşar anî ziman ku Wezîrê Dadê yê nû demildest bi doza Malbata Şenyaşar re eleqedar bibe û wiha got: “Em dixwazin ku ev rewşa bêedaletiyê demildest ji holê bê rakirin. Ez vê banga lezgîn li Wezîrê Dadê dikim; dayika min 67 salî ye û êdî nikare xwe li ser pêya bigire. Dayika min dibêje, ‘heta ku edalet bicih neyê ez ê ji ber Edliyeya Rihayê neçim’. Em jî bang li Wezîrê Dadê diki; Ji kerema xwe bi awayek lezgîn wezîfeya xwe bikin. Em dixwazin rewşa bêedaletiyê were bidawîkirin.” 
 
‘EZ Ê BIBIM DENGÊ EDALETÊ’ 
 
Şenyaşar da zanîn ku li Meclisê ev daxuyaniya wî ya ewil e û vê daxuyaniyê ji bo xatirê têkoşîna dayika xwe daye û dê di demên pêş de bibe dengê hemû bêedaletiyên li Rihayê diqewimin. 
 
 
 
 

Sernavên din

19/07/2024
22:55 Êriş û hevkarî hatin protestokirin: Bimire xiyanet, bijî berxwedan
22:33 Komeleya Birca Belek şahiya mezûniyetê li dar xist
21:43 Ji bo 33 qurbaniyan xeleka ji mirovan hat çêkirin
20:30 Jinek li Semsûrê hat kuştin
19:24 Bakirhan: Em li dijî zilma desthilatdariyê û DEDAŞ'ê xwedî li keda xwe derkevin
17:56 Aykurt ê li Dêra Ortodoksê wezîfedar bû wefat kir
17:41 Bakirhan serdana herêma şewatê kir: Ev komkujiya DEDAŞ’ê ye
17:27 2 sal û 6 meh cezayê hepsê li Demîrtaş hat birîn
17:18 Doza Malbata Şenyaşar: Daxwaza guhdarîkirina li şahidan hat redkirin
17:08 Ûçar: Em destûrê nedin vî şerî
16:47 DEM Partiyê giliyê TUÎK’ê kir
16:24 Çalakî di hefteya 13’emîn de ne: Tecrîdê bi dawî bikin
15:42 Cîgirê midûrê polîsan li mala xwe mirî hate dîtin
15:34 Kesê êrişî jinan kiribû vê carê heqaret li wan kir
15:11 PDK’ê li Kerkûkê bi eniya dijî kurdan re lihev kir
15:11 Midûrê polîsan gef li rojnamevan Kaya xwar
14:58 Şaredariya Êlihê starta bernameya çandê da destpêkirin
14:56 Lêgerîna tazî û hejmartina ser pêyan li dayikên girtî hate ferzkirin
14:53 Cenazeyê Erbek piştî 4 salan radestî malbata wî kirin
14:48 Fezlekeyên 10 wekîlan pêşkeşî Meclisê hatin kirin
14:39 DEM Partiyê têkildarî mûçeyê teqawîdan û mûçeyê kêmtirîn pêşniyazname da
14:37 Demîrtaş: Heke ez siyasetmedarekî faşîst bûma daraz dê min biparasta
13:58 Kesê weke ‘kobay’ hatibû bikaranîn giliyê berpirsyaran kir
13:46 Hate xwestin ku parêzer Çîftçî were berdan
13:38 Tûncel: Herêma Kurdistanê bi xwe ve girêdidin lê PDK dengê xwe nake
12:30 Talankirina xwezayê ya li Komateyê didome
11:45 Li dijî girtina 3 jê dayik 9 kesan îtîraz hat kirin: Di dosyayê de delîl tune ne
11:43 DEM Partî: Parastina Şoreşa Rojava berpirsyartiya me hemûyan e
11:20 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:12 Gefa kuştinê li ciwanê îşkence lê hatiye kirin û parêzerên wî tê xwarin
11:09 KNK: Divê her kes li dijî dagirkeriyê Şoreşa Rojava biparêze
10:30 Dewleta tirk a sewqiyata leşkerî didomîne herêma Biradostê bombebaran kir
10:19 Êrişî paytextê Îsraîlê Tel Avîvê hate kirin: Kesek mir 4 kes birîndar bûn
10:02 Şêx Berzencî: Em êrişên dagirkeriyê qebûl nakin
09:59 Girtiyê hate emeliyatkirin dîsa birin girtîgehê: Piştî 2 mehan jiyana xwe ji dest da
09:52 Rojnameger Topaloglû: Ji dosyayeke mukerrer komplo çêkirin
09:49 Ji bo 6 bajaran hişyariya barîna zêde hate kirin
09:47 ‘Aqûbeta Qanûna Pîşeyî ya Mamostetiyê girêdayî têkoşînê ye’
09:39 'Mihrîcana Berxbirê niha weke amûrê pişaftina çandî tê lidarxistin'
09:38 Rewşa Şengul ê di greva birçîbûnê de giran dibe
09:37 Di lêpirsîna qeçaxa ceyranê de 14 kes hatin girtin
09:28 'Gelê kurd wê hesabê êrişan ji PDK’ê bipirse’
09:27 Gundê ku bi destê jinan hatiye avakirin: Jinwar
09:13 'Roja ku kurê mın hat qetilkirin edalet jî hat binaxkirin’
09:11 DEDAŞ’ê li gundê Hethetkê bi milyonan lîre fatûre li gundiyan birî
09:04 Malbatên qurbaniyên Pirsûsê: Em kesek jî bimînin wê têkoşîna me ya edaletê bidome
09:02 Bersûc hatin parastin, mexdûr hatin darizandin
09:00 ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2024'AN
18/07/2024
23:18 Hevşaredarên Artûklûyê: Em astengiyan nas nakin û em ê xizmeta gel bikin
22:50 Li Stenbol û Colemêrgê nobedên dijqeyûm: Gelê kurd wê serê xwe netewîne
22:18 Şaredariya Farqînê we bi sê zimanan pêşwazî dike
21:32 Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê li Rihayê panel li dar xist
21:19 Girtiyê piştî 31 salan hat berdan: Ez ê têbikoşim
21:07 Platforma Şahmaran: Divê tacîzkar û îşkencekar bên girtin
19:03 Platforma Jinan a Amedê: Em di têkoşînê de ne, em dest jê bernadin
17:35 Bernameya 22'yemîn Festîvala Mûnzûrê diyar bû
16:15 Ji gelek bajaran bertek nîşanî êrişan dan: Ji dagirkerî û xiyanetê re na
16:14 DEM Partiyê ji bo Komkujiya Pirsûsê pêşnûme da Meclisê
15:54 Li dijî dagirkeriyê banga têkoşîna hevpar
15:53 Ji OHD’ê rapora girtîgehan a Çûkûrovayê: Divê tecrîd bê bidawîkirin
14:49 Bertek nîşanî girtina parêzer Çîftçî hate dayîn: Divê bê berdan
14:03 BES’ê li gelek bajaran ji bo daxwazên xwe çalakî li dar xist
13:57 Ji bo betalkirina biryara tayînkirina qeyûm serlêdan hate kirin
13:37 Temellî: Rêya aştiya civakî ji guftûgoya bi rêveberiya xweser re derbas dibe
13:30 Rojnameger Topaloglû sewqî Girtîgeha Marmarayê hate kirin
13:10 DFG: Em hedef nîşandana rojnamevan şermezar dikin
13:04 CPT: Yê ku di êrişê de hatiye kuştin pêşmerge bû
12:55 Endama Dîwana Serokatiya YNK’ê bertek nîşanî êrişan da
12:53 ‘Ji ber bêdengiya Bexdayê binpêkirinên Tirkiyeyê didomin’
12:44 Înîsiyatîfa Hûnerê ya ji bo Azadiyê hate damezrandin: Em welatekî ku aştî lê ava bibe dixwazin
11:45 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:57 Kiratli yê li AYM’ê hate tayînkirin bi El Nusrayê re bazirganî kiriye!
10:38 Parêzer Bîlmez: Wezaret ji bo înkarkirina tecrîdê hincetan peyda dike
10:37 Cezayê li 24 siyasetmedaran hatibû birîn hate erêkirin
10:37 Li Amedê nexweş û xebatkarên tenduristiyê ji ber xwarinê jehrî bûn
10:18 Hevdîtinên pêşnûmeya ‘kuştina’ heywanan hatin taloqkirin
10:17 Dewleta tirk Şêladizê bombebaran kir: Welatiyekî jiyana xwe ji dest da
10:17 Teqawîdan ji desthilatê re got: Ka xwe bi ceribînin ku bi vî pereyî debarê bikin!
10:14 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê biryara dewrkirina 3 neguhêzbaran betal kir
09:42 Artêşa ku pêşengiya şoreşê kir: YPJ
09:32 Mafê herî rewa: Xweparastin e
09:17 Hem yewmiye nedanê hem jî îşkence lê kirin
09:16 Di 17 salan de 451 sivîl bi guleyên polîsan hatin kuştin
09:14 Şoreşa Rojava 12 salî ye
09:11 Welatiyên Amedê ji ber têkçûna aboriyê banga hilbijartina pêşwext kirin
09:09 Kanar: Divê ji bo Ocalan qanûnek bê derxistin û were berdan
09:07 Dayikên Aştiyê: Divê li dijî PDK’ê helwest bê nîşandan
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:57 Nobeta rêzgirtina ji îradeyê re ya Colemêrgê: Em ê qeyûm bişînin
08:57 Ji bo endamtiya AYM’ê tayîneke nû hat kirin
08:56 Ji bo 4 bajaran hişyariya barîna zêde hat kirin
08:55 Ciwanên binçavkirî hatin berdan
17/07/2024
23:59 Rêxistinên ciwanan ji bo qurbaniyên Pirsûsê meşiyan: 5 kes hatin binçavkirin
23:52 25 kesên ji doza 1'ê Gulanê girtîbûn hatin berdan
23:00 Tîma Şedal bi ser ket, tîma Zeydan têk çû
21:35 Nobeda li dijî qeyûm a li Stenbol û Îzmîrê berdewam kir
21:03 ÎHD’ê salvegera xwe ya 38’emîn pîroz kir
20:31 Girtî Halîl Arslan piştî 30 salan hat berdan
19:01 Ji Amedê bang kirin: PDK di nava xiyanetê de ye, dest ji xiyanetê berde
18:16 Tirkiye bersiva ‘Îmraliyê’ da NY’ê: Tecrîd tune, qedexe heye!