Şenyaşar li Meclisê daxuyaniya ewil da: Bila Wezîrê Dadê xwedî li sonda xwe derkeve 2023-06-09 15:18:05   ENQERE - Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Ferît Şenyaşar di daxuyaniya ewil a li Meclisê de bal kişand ser Nobeda Edaletê û bang li Wezîrê Dadê yê nû kir ku xwedî li sonda xwariye derkeve û got: “Em dixwazin bêedaletî bi dawî bibe.”    Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar li Meclisê têkildarî cezayê pereyan ku li dayika wî Emîne Şenyaşar birîne civîna çapemeniyê li dar xist. Şenyaşar spasiya her kesê ku piştgirî dane doza wan edaletê kir û armanca wî ya ku dest bi siyasetê kiriye lêgerîna edaletê ye û pirsgirêkên xelkê Rihayê bibe Meclisê ye.    Şenyaşar bal kişand ser hûrguliyên têkoşîna edaletê ya xwe û dayika xwe û destnîşan kir ku heta edalet bicih neyê dê dest ji têkoşîna xwe ya edaletê bernedin.    BANGA JI BO WEZÎRÊ DADÊ YÊ NÛ: XWEDÎ LI SONDA XWE DERKEVIN    Şenyaşar destîşan kir ku seranserî nobeda edaletê ku li ber Edliyeya Rihayê girtine 3 wezîr hatine tayînkirin û wiha got: “Dema me nû dest bi edaletê kir, Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul bû. Dema li Komîsyona Edaletê ya Meclisê têkoşîna dayika min ji Abdulhamît Gul hatibû kirin, wî jî gotibû ku ew ji ber vê rewşê xemgîn e û meseleyê dişopînin. Paşê jî Bekîr Bozdag tayînî şûna wî hat kirin. Bekîr Bozdag tê Rihayê. Derbarê mijarek ku pê nizane dê Bozdag bi Serdozgerê Rihayê re hevdîtin bike, lê di heman demê de dayika min li ber edliyeyê ji bo edaletê têdikoşe. Bekîr Bozdag di deriyê ku dayika min li berê nobedê digire, nakeve hundirê edliyeyê. Serdozgerî ji bo vê meseleyê çareser bike, li pişt avahiya edliyeyê deriyek nû vedike û Bekîr Bozdag di wî deriyi de ketiye hundir û derketiye. Raya giştî ya Tirkiyeyê û dinyayê têkoşîna dayika min dişopîne û ev têkoşîn li ber edliyeyê berdewam dike. Niha jî Wezîrê Dadê yê nû hat tayînkirin. Em di wezîfeya wî de jê re serkeftinê dixwazin. Heta niha me rewşek neyînî nedîtiye. Em rexneyek neyînî lê nakin lê belê em bang li wezîrê dadê dikin ku wezîfeya xwe bike. Em wî vedixwînin ku xwedî li sonda ku li Meclisê xwar derkeve.”    ‘HETA KU EDALET BICIH NEYÊ EZ Ê JI VIR NEÇIM’    Şenyaşar anî ziman ku Wezîrê Dadê yê nû demildest bi doza Malbata Şenyaşar re eleqedar bibe û wiha got: “Em dixwazin ku ev rewşa bêedaletiyê demildest ji holê bê rakirin. Ez vê banga lezgîn li Wezîrê Dadê dikim; dayika min 67 salî ye û êdî nikare xwe li ser pêya bigire. Dayika min dibêje, ‘heta ku edalet bicih neyê ez ê ji ber Edliyeya Rihayê neçim’. Em jî bang li Wezîrê Dadê diki; Ji kerema xwe bi awayek lezgîn wezîfeya xwe bikin. Em dixwazin rewşa bêedaletiyê were bidawîkirin.”    ‘EZ Ê BIBIM DENGÊ EDALETÊ’    Şenyaşar da zanîn ku li Meclisê ev daxuyaniya wî ya ewil e û vê daxuyaniyê ji bo xatirê têkoşîna dayika xwe daye û dê di demên pêş de bibe dengê hemû bêedaletiyên li Rihayê diqewimin.