OHD: Divê dewlet ji bo jiyana girtiyan li berpirsyariya xwe rabe

  • rojane
  • 15:36 29 Îlon 2022
  • |
img
STENBOL - Vedat Ece yê OHD’î da zanîn ku dewlet li berpirsyariya xwe ya ji bo jiyana girtiyên nexweş ranabe û wiha got: “Banga me ji bo hemû sazî û dezgehên rayedar ew e ku polîtîkaya xwe ya tecrîdkirina girtîgehan û binpêkirinên mafan bi dawî bikin.”
 
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê têkildarî binpêkirinên li girtîgehan û tecrîdê, li pêşiya Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de dirûşmên “Biji berxwedana zindanan” û “Bila girtiyên nexweş bên berdan” hatin berzkirin. Daxuyanî, ji hêla parêzer Vedat Ece yê OHD’î ve hat xwendin. 
 
Ece, da zanîn ku li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) niha li girtîgehan 604 jê giran bi giştî hezar û 605 girtiyên nexweş hene û wiha got: “Şert û mercên girtîgehan, li ser jiyana girtiyên nexweş talûke ye. Zexta di dema OHAL’ê û ya di bin tevdîrên pandemiyê de kirin yek û xetereyeke mezin li ser mafê jiyanê yê girtiyên nexweş hat çêkirin. Ji destpêka 2022’yan heta niha li girtîgehan 27 girtiyan ji ber nexweşiyan û 28’an jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. Ji bo parastina maf û azadiyan, dewlet neçare ku tevdîran bigire. Di xala 56’an a Qanûna Bingehîn de tê gotin ku her kes xwedî mafê jiyanê ye. Jiyaneke bi tedurist a mirovan, berpirsyariya dewletê ye. Di çarçoveya qanûnan de dewlet, berpirsyarê jiyan û tenduristiya girtiyan e. Divê astengiyên li pêşiya mafên tedawî û tenduristiyê yên girtiyan bên rakirin û dewlet di vê mijarê de li berpirsyariya xwe rabe.”
 
ROLA ATK’Ê
 
Bi domdarî Ece bal kişand ser pirsgirêkên li girtîgehan û ev tişt anî ziman: “Li gorî Qanûna Înfaza Tevdîrên Ceza û Ewlehiyê, ji bo taloqkirina cezayê girtiyên nexweş ji ewil divê serî li dozgeriyê bê dayîn û ji wir jî sewqî nexweşxaneyê bê kirin. Herî dawî jî li gorî rapora Saziya Tipa Edlî (ATK) yan jî ya erê kirî ji Serdozgeriya Komarê ya têkildar re bê şandin û girtî bê berdan. Lê belê sewqên nexweşane û ATK’ê bi hefteyan, bi mehan didomin. Li gel ku nexweşiyên wan ji hêla lijneya tenduristiyê ve hatiye teqezkirin jî, ATK ji bo bi sedan girtiyên nexweş rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ amade dike. ATK, siyasî tevdigere û nahêle girtiyên nexweş bên berdan. Di demên dawî de jî weke aparata desthilatdariya siyasî tevdigere. Divê hêj girtî negihiştin ber asta mirinê, werin berdan.” 
 
BERPIRSYARIYA DEWLETÊ
 
Ece, da zanîn ku Aysel Tugluk, Mehmet Emîn Ozkan û gelek girtiyên din ên nexweş ji ber polîtîkaya dijminatiyê ya dewletê nayên berdan û axaftina xwe wiha qedand: “Dewlet neçare ku mafê jiyanê yê girtiyan biparêze. Divê berpirsyariya xwe bi cih bîne. Em polîtîkayên desthilatdariya siyasî yên binpêkirina mafê jiyanê ya girtiyan, red dikin. Banga me ji bo hemû sazî û dezgehên rayedar ew e ku polîtîkaya xwe ya tecrîdê û binpêkirina mafan a li ser girtîgehan bi dawî bikin û mafê jiyan û tenduristiyê yê girtiyan mîsoger bikin.” 
 

Sernavên din

14:52 Komxebata Meclisa Xwendekarên Demokratîk: Wê ciwan li dijî tecrîd, dagirkerî û kîmyasalê li ber xwe bidin
14:51 Şenyaşar: Hişmendiya ku bêedaletiyê nebîne wê winda bike
14:26 ÎHD’ê û Malbatên Windakiriyan aqûbeta Togcû û Degîrmencî pirsîn
14:07 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Huseyîn Taşkaya pirsîn
13:45 Li ber rojnameya hat bombekirin gazî kirin: Em ê bêdeng nebin
13:04 Başaran: Jinek tenê jî bimîne wê têkoşîna me berdewam bike
12:45 Doza Dîlan Kortak: Lêpirsîn bêalî nayê birêvebirin
12:16 Li Îmraliyê sohbet qedexe ye - HATE NÛKIRIN
11:14 Swêdê Mahmût Tat radestî dewleta tirk kir
11:09 Di Doza Kobanê de biryara navberê hate dayîn: Daxwazek jî nehate qebûlkirin
10:42 Luqman Werdî: Dewleta tirk axa Kurdistanê dagir dike
09:49 Xalid: Tirkiye dixwaze tevahiya Sûriyeyê dagir bike
09:04 Ji Weşanxaneya Wardozê 3 berhemên nû derketin
09:03 Xebatkarên navenda bangawaziyê li dijî kedxwariyê xwe birêxistin dikin
09:00 ROJEVA 3'YÊ KANÛNA 2022'YAN
08:54 8 aktivîstên TJA’yê hatin girtin
08:47 Ji bo aktivîstên TJA’yê daxwaza girtinê kirin
08:22 Ektî ya li Edliyeya Enqereyê rewşa wê nebaş bû rakirin nexweşxaneyê
02/12/2022
23:09 Balafirên şer ên Rûsyayê Efrîn û Marê bombe kirin
23:02 Çelîk ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket li Amedê bi tilîliyan hat pêşwazîkirin
21:15 Gumuş ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket, bi tilîliyan hat pêşwazîkirin
21:09 Cenazeyê Mûsalo li Wanê hat veşartin
17:11 'Ji bo aştiyeke nirxdar pêk were divê tecrîd bi dawî bibe'
16:35 Ji bo endama YJA-Starê Alkanê şîn hat danîn
16:28 Cenazeyê Musalo piştî 116 rojan radestî malbata wî hat kirin
15:53 Li Rihayê qedexeya çalakiyan hate şermezarkirin
15:33 Jina ku hate îdiakirin întîhar kiriye jiyana xwe ji dest da
15:22 Şîna endama YJA Starê Alkan hate danîn
15:18 Li herêma Omeryanê operasyona leşkerî hat destpêkirin
15:17 Odeya Bijîşkan a Amedê xwest Dr. Demîr bê berdan
15:16 Baroya Sêrtê ji bo betalkirina biryara ‘qedexeyê’ doz vekir
15:04 Meclisa Dayikên Aştiyê ya Geverê: Jinên binçavkirî tavilê berdin
15:00 HDK’ê li dijî tecrîdê banga ‘têkoşîna yekgirtî’ kir
14:47 Di doza ‘îstîsmara zayendî’ de daxwazên girtinê nehate qebûlkirin
14:29 Balafirên dewleta tirk li Şarbajêr komeke sivîlan bombebaran kirin
14:16 Îdianameya derheqê Fîncanci de hate qebûlkirin
14:13 Girtîgeha Panosê ji malbata Tekîn re nabêje bê ka sewqî kîjan girtîgehê kirine
13:59 FES’ê serdana HDP’ê kir
13:54 Doza Kobanê: Di mutalaayê de derheqê Kişanak de tespîtek nehatiye kirin
13:32 Jinan îfade neda Midûriyeta Polîsan a Enqereyê
13:23 CÎMER’ê bersiv neda serlêdana têkildarî CPT’yê!
13:23 Hewl dan Yuksel a ku 5 sal berê miriye jî binçav bikin!
13:02 105 parêzeran ji bo tecrîdê serî li Baroya Amedê dan
12:46 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:45 Erişa bombeyî ya li dijî Ozgur Ulkeyê dê bê şermezarkirin
12:07 Li Girtîgeha Tarsûsê ya Jinan nameyên girtiyan tên desteserkirin
11:55 Ferît Şenyaşar: Erdogan neçare vê dayikê bibîne
11:53 Dema binçavkirina Manap a 30 sal in girtî ye hate dirêjkirin
11:29 Aydenîz: Heke dengê Abdullah Ocalan bê bihîstin dê aloziyên heyî bi dawî bibin
11:10 Hiqûqnasên rojavayî li dijî çekên kîmyewî ketin nava liv û tevgerê
10:52 Rojnamevan 35 roj in girtî ne: Dozger bi destûr e
10:50 Daxwaza vekirina Cemiyeta Rojnamegerên Azad nehat qebûlkirin
10:36 Penaberekî li ser sînor ji sermayê jiyana xwe ji dest da
10:14 Aksu yê ekolojîst: Şer, erdnîgariya Kurdistanê jehrî dike
09:55 CPT ya ku 2 hezar û 394 km dûr e çû Îmraliyê lê destûr nadin hevdîtina parêzerên ku 124 km dûr in
09:54 Aydin: Heta ku dev ji tecrîdê bernedin dê alozî bi dawî nebe
09:53 Rêveberiya Herêmî ya HDP'ê ji bo diyarkirina stratejiya hilbijartinan li Silopiyayê dicive
09:24 HSD’ê têkildarî kuştina El Qureyşî daxuyanî da
09:07 Mehmet Ocalan: Divê dewlet 'protestokirina CPT'yê' esas bigire
09:06 Girtiyê nexweş ku cezayê wî 2 caran hatiye xerakirin, nayê berdan
09:05 Cerdevanan bi çakûçan êriş birine ser wî
09:02 Gelên Îranê bi biryar in ku riya ji Înkilabê diçe Azadiyê vekin!
09:00 ROJEVA 2'YÊ KANÛNA 2022'YAN
01/12/2022
20:32 Ji bo Fîncanciyê Nobeda Azadiyê
18:23 Tirkiyeyê li Eyn Îsayê mizgeftek bombeberan kir
18:15 Binçavkirina jinan şermezar kirin: Em ê tim bibêjin 'jin, jiyan, azadî'
18:04 Demîrtaş: Ocalan bi mîsyona xwe dikare bandorê li siyaseta Rojhilata Navîn bike
17:08 Jinan bi vîdeoyekê banga ‘Ji şer re Na’ kirin
17:07 Li Qamişloyê bi hezaran kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan
16:51 Ji bo Abdullah Ocalan serî li Baroya Êlihê dan
16:48 Li Girtîgeha Eregliyê 3 girtiyên din jî tev li çalakiya greva birçîbûnê bûn
16:29 Têla direhî xistin ber paceyên Girtîgeha Dumluyê
16:24 Partî û saziyên kurd dê li dijî tecrîdê li Amed û Wanê bi girseyî bimeşin
16:20 Ji Fîncanci name: Min weke pispora tipa edlî nirxandin kir
15:46 Ji bo civîna gel a Tifaqa Ked û Azadiyê ya Edeneyê bang hat kirin
15:36 Manap ku 30 sal bûn di girtîgehê de dema ji girtîgehê derketî hate binçavkirin
15:04 Xizmên girtiyan: Ocalan dikare hemû pirsgirêkan çareser bike
14:55 Hejmara 51’an a Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê derçû
14:46 OHD’ê ji bo Abdullah Ocalan serî li Baroya Mêrsînê da
14:35 Li 40 jinan ji ber meşê doz vekirin: Çalakiya me rewa û qanûnî ye
14:16 Li Emniyeta Enqereyê îşkence li jinên binçavkirî hat kirin
14:01 Doza Kobanê: Gelo biryara DMME’yê di dosyeyê de heye?
13:54 Dewleta tirk êrişî Kobanê û Eyn Îsayê kir
13:47 Gunay bang li Wezareta Dadê kir: Bersivê bidin serlêdanên ji bo Îmraliyê
13:12 Rojnamevan Zubeyde Sari hat beraetkirin
12:57 Înfaza Kurt a li Sîncanê tê ragirtin hate şewitandin
12:51 Malbata Şenyaşar têkildarî serdana Erdogan peyamek weşand
12:44 Li nav daristanên li başûrê Licê gelek fotokapan hatine bicihkirin
12:32 Koçyîgît a serî li Wezareta Dadê da: Em dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin
12:25 Malbatên girtiyan: Bila dewlet li gorî qanûnên xwe tevbigere
12:04 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:43 Tifaqa Ked û Azadiyê dê civîna gel li dar bixe: Cîhaneke cudatir pêkan e
11:31 Nehiştin Veysî Aktaş tev li merasîma cenazeyê bavê xwe bibe
10:57 Jin li dijî tundiyê serî natewînin
10:50 Rojnamevanên rojhilatî rewşa dawî vegotin: Berxwedan veguherî şoreşê
10:28 HDP’ê li Avcilarê qursa kurdî da destpêkirin
09:11 Parêzer Çîftçîler: Divê baro berpirsiyariya xwe bi cih bînin
09:10 Mîmar Gîrîtlîoglû: Li Tirkiyeyê tapo di destê zilaman de ye
09:09 'Li Îmraliyê ji dêvla serdestiya hiqûqê, hiqûqa serdestan tê pêkanîn'
09:07 Parlamenterê HDP'ê Taşçier: Divê hemû aştîxwaz li dijî vî şerî rabin