OHD: Divê dewlet ji bo jiyana girtiyan li berpirsyariya xwe rabe 2022-09-29 15:36:32   STENBOL - Vedat Ece yê OHD’î da zanîn ku dewlet li berpirsyariya xwe ya ji bo jiyana girtiyên nexweş ranabe û wiha got: “Banga me ji bo hemû sazî û dezgehên rayedar ew e ku polîtîkaya xwe ya tecrîdkirina girtîgehan û binpêkirinên mafan bi dawî bikin.”   Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê têkildarî binpêkirinên li girtîgehan û tecrîdê, li pêşiya Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de dirûşmên “Biji berxwedana zindanan” û “Bila girtiyên nexweş bên berdan” hatin berzkirin. Daxuyanî, ji hêla parêzer Vedat Ece yê OHD’î ve hat xwendin.    Ece, da zanîn ku li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) niha li girtîgehan 604 jê giran bi giştî hezar û 605 girtiyên nexweş hene û wiha got: “Şert û mercên girtîgehan, li ser jiyana girtiyên nexweş talûke ye. Zexta di dema OHAL’ê û ya di bin tevdîrên pandemiyê de kirin yek û xetereyeke mezin li ser mafê jiyanê yê girtiyên nexweş hat çêkirin. Ji destpêka 2022’yan heta niha li girtîgehan 27 girtiyan ji ber nexweşiyan û 28’an jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. Ji bo parastina maf û azadiyan, dewlet neçare ku tevdîran bigire. Di xala 56’an a Qanûna Bingehîn de tê gotin ku her kes xwedî mafê jiyanê ye. Jiyaneke bi tedurist a mirovan, berpirsyariya dewletê ye. Di çarçoveya qanûnan de dewlet, berpirsyarê jiyan û tenduristiya girtiyan e. Divê astengiyên li pêşiya mafên tedawî û tenduristiyê yên girtiyan bên rakirin û dewlet di vê mijarê de li berpirsyariya xwe rabe.”   ROLA ATK’Ê   Bi domdarî Ece bal kişand ser pirsgirêkên li girtîgehan û ev tişt anî ziman: “Li gorî Qanûna Înfaza Tevdîrên Ceza û Ewlehiyê, ji bo taloqkirina cezayê girtiyên nexweş ji ewil divê serî li dozgeriyê bê dayîn û ji wir jî sewqî nexweşxaneyê bê kirin. Herî dawî jî li gorî rapora Saziya Tipa Edlî (ATK) yan jî ya erê kirî ji Serdozgeriya Komarê ya têkildar re bê şandin û girtî bê berdan. Lê belê sewqên nexweşane û ATK’ê bi hefteyan, bi mehan didomin. Li gel ku nexweşiyên wan ji hêla lijneya tenduristiyê ve hatiye teqezkirin jî, ATK ji bo bi sedan girtiyên nexweş rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ amade dike. ATK, siyasî tevdigere û nahêle girtiyên nexweş bên berdan. Di demên dawî de jî weke aparata desthilatdariya siyasî tevdigere. Divê hêj girtî negihiştin ber asta mirinê, werin berdan.”    BERPIRSYARIYA DEWLETÊ   Ece, da zanîn ku Aysel Tugluk, Mehmet Emîn Ozkan û gelek girtiyên din ên nexweş ji ber polîtîkaya dijminatiyê ya dewletê nayên berdan û axaftina xwe wiha qedand: “Dewlet neçare ku mafê jiyanê yê girtiyan biparêze. Divê berpirsyariya xwe bi cih bîne. Em polîtîkayên desthilatdariya siyasî yên binpêkirina mafê jiyanê ya girtiyan, red dikin. Banga me ji bo hemû sazî û dezgehên rayedar ew e ku polîtîkaya xwe ya tecrîdê û binpêkirina mafan a li ser girtîgehan bi dawî bikin û mafê jiyan û tenduristiyê yê girtiyan mîsoger bikin.”