Berfînan kulîlk vekir
- ekolojî
- 09:15 08/4/2021
Li Geverê berfînên mizgîna biharê kulîlk vekirin. Bi vekirina kulîlkên berfînan re li peşa çiyayê Cîlo dîmenên gelek xweş derketin holê.
Li Geverê berfînên mizgîna biharê kulîlk vekirin. Bi vekirina kulîlkên berfînan re li peşa çiyayê Cîlo dîmenên gelek xweş derketin holê.
Şêniyên gundê Însûyê yê Mêrsînê naxwazin li gundê wan kana keviran bê çêkirin û gotin: "Kanên keviran, ji bo qezenca çend kesan, gefê li jiyana gelek kesan dixwin."
Projeya Avdaniyê ya Pompajê ya Deşta Pirsûsê bêyî ku bê temamkirin hatibû destpêkirin. Ji ber vê erdên Pirsûsê bûne vilcoq û mane. Cotkarên ku berê ji ber ziwabûnê bi gilî û gazinc bûn, niha jî ji ber vê projeyê mizgefteke ku lê nimêj bikin û devereke ku miriyên xwe lê veşêrin bi dest wan nakeve.
Bi hatina biharê re kulîlkên li derdora Çemê Dîcleyê bişkîvîn û rengên van kulîlkan Dîcleyê û Hewselê dixemilîne.
Berdevkê Platforma Parastina Kartal Dagê Zeynel Aydin, li dijî kana mermeran ên li Tîreyê bang kir û anî ziman ku dê serî li rêyên hiqûqî bidin.
Şêniyên Taxa Ornekkoy a Meletiyê ku çandinia organîk û sewalvaniyê dikin, ji kanên keviran nerazî ne. Şêniyên gund, anîn ziman ku bi kanên keviran qadên wan ên jiyanê tên dagirkirin.
Nûnerê Komeleya Hawirdorê ya Mûnzûrê Ozkan Arslan, diyar kir ku ava cihokan a diherike Mûnzûrê û çopên li derdorê kom bûne zirareke mezin didin xwezayê û got: "Di nêz de wê bi navê Dersimê tiştek nemîne."
Li Geliyê Hêtma ku rengên biharê hemû xwe lê digirin, gava şînahiya Çemê Dîcleyê û keskayiya xwezayiyê lê dibin yek, dibe cihê dîmenên bêhempa.
Welatiyên ku bertek nîşanî bendava ku tê plankirin li gundê Segedîk ê navçeya Xozatê bê çêkirin dan, diyar kir ku li dijî texrîbata xwezayê ne û xwestin projeya ku wê çandinî û sewalkariyê biqedînin bê rawestandin.
Rêxistina EMEP'ê ya Dersîmê, bi minasebeta "Ji bo Rûbarên Cîhanê Roja Çalakiyan" bal kişandin ser HES'ên li ser rûbarê Munzurê tên avakirin û xwestin hemû projeyên xwezaya Dersîmê wêran û talan dikin bêne betalkirin.
Rêya masîpankan Cobara Akkopruyê ji qirêjiyê xalî nabe. Welatiyan bertek nîşan dan û diyar kirin ku hem zirar digihê masiyan hem jî digihê wan.
Komeleyên Dersimiyan ên li Edene û Mêrsînê tehrîbkirina Çemê Mûnzûrê ya bi HES û bendavan şermezar kirin û wiha gotin: “Bila çem ne ji bo kar ji bo jiyanê bi herikin.”
Berdevkê Platforma Biratiya Robaran Alî Dûrsûn, diyar kir ku li warê findiqan Gîresûnê ji ber HES'an robar ziwa bûne û got: "Ji bo ji zarokên me re ava vexwarinê bimîne, divê em pêşî li ber van HES'an bigirin. Em xwedî li jiyana xwe derkevin."
Endezyarê Çandiniyê Ozer Uçer, diyar kir ku qedexeyên zozanan hilberîn û qalîteya hingiv xistine û got ku ji ber qedexeyan hilberîna hingiv ji hezar tonî daketiye 700 tonî.
Li Mêrdîn Şeyhmûs Ergînoglû yê 72 salî ku 26 sal in daran diçîne, li zeviyekî 48 donimî bi hezaran dar çandine. Apê Şêxmûs got: "Ev der ne ya min e, ya her kesî ye."