Li Bestayê cerdevan darên sedsale dibirin

img

ŞIRNEX - Li herêma Bestayê bi destê cerdevanan darên sedsale tên birîn. 

 
Li herêma Bestayê ya di navbera Şirnex û Sêrtê de bi mehan birîna daran didome. Bi destpêkirina mehên havînê re li qadên Mêrg û Mar agir hatin derxistin û ji ber agiran bi deh hezaran dar hatin tunekirin. Li qada berfireh a Serê Rê ya Bestayê jî darên mezî yên sedsal e bi destê cerdevanan tên birîn. Ji destpêka mehên havînê ve li herêmê bi sed hezaran dar hatine birîn. Balkêş tu mudaxale li vê rewşê nayê kirin. 
 
TRAKTORAN DIKIŞÎNIN
 
Li gorî dîmenên ku gihîştine ajansa me, cerdevanan bi dolmîşan dibin qada Serê Rê ya Bestayê û darên mezî yên sedsale dibirin. Ji ber ku TIR nikarin bikevin herêmê darên ku tên birîn li traktoran tên barkirin û ji vir dibin li qadeke din kom dikin. Piştre li TIR'an tên barkirin û dibin bajarên cuda. Li herêmê birîna daran bênavber didome. 
 
DAXUYANIYA 'PEJIKANDINÊ'
 
Di meha hezîranê de Miduriyeta Daristanê ya Şirnexê, têkildarî birîna daran daxuyaniyek dabû û birîna daran bi "pejikandinê" aşkera kiribû.