Komeleya Çand, Huner û Wêjeyê ya Jinan hat vekirin

img

AMED - Komeleya Çand, Huner û Wêjeyê ya Jinan ku bi şiyara "Huner ji bo her kesî ye" hat vekirin. Jinan eleqeyek mezin nîşanî vekirina komeleyê dan.

Komeleya Çand, Huner û Wêjeyê ya Jinan (KASED) ku bi şiyara "Huner ji bo her kesî ye" derket rê, bi konserekê avahiya xwe vekir. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), wekîlên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Semra Guzel, Ebrû Gunay, Pero Dundar, rêveberên Şaxa SES’ê, rêveberên Komeleya Lêkolîna Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER) û gelek kes beşdar bûn.
 
Seroka Komeleyê Devrîm Demîr axaftina vekirinê kir û bal kişand ser sedemên vekirinê û got: "Nivîsên jinan di her serdemê de hatin paşguhkirin. Hunerên jinan qet nehatine qebûlkirin. Bila tu carî neyê jibîrkirin, hunera jinan nayê paşguhkirin. Niha dema parastina hunera jinan e.”
 
Piştî axaftina vekirinê, grûpa Jin Ma derket ser dikê û stran strîn. Beşdaran bi tîlîlî û çepikan vekirina komeleyê pîroz kirin û li ber stranan govend gerandin.