Jina karker ji nexweşîna Kirim Kongo jiyana xwe ji dest da

img
AMED - Li navçeya Dîvrîgî ya Sêwazê Leyla Aksakal a di kana komirê de dixebitî ji ber nexweşîna xwînî û laşsincirî ya Kirim Kongo jiyana xwe ji dest da. 
 
Leyla Aksakal (31) ji navçeya Çinarê ya Amedê ji bo xebatê çû navçeya Dîvrîgî ya Sêwazê û di kana komirê de dest bi kar kiribû. Leyla Aksakal a dayika 3 zarokan nexweş dikeve û wê radikin nexweşxaneyê. Aksakal bi gumana nexweşîna xwînî û laşsincirî Kirim Kongo ku jê re “Kırım Kongo Kanamalı Ateş (KKKA)” tê gotin û nexweşiyek vîrûsa ji qijnîkan digihê însan, rakirin Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Cumhuriyetê ya Sêwazê û tedawiya wê hat destpêkirin. 
 
Meclîsa Tenduristî û Ewlehiya Karkeran (ÎSÎG), li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku Leyla Aksakal a karker piştî tedawiya 4 rojan ku rewşa wê giran bûye jiyana xwe ji dest daye. Hat zanîn ku malbatê cenazeyê Aksakal aniye navçeya Çinara Amedê veşartiye.