Li dijî rejîma yekzilamî israra siyaseta demokratîk

img
AMED - Siyaseta kurd ku tevî gefên rejîma yekzilamî ya ji bo girtina partiyê gef xwarin hem mohra xwe li hilbijartinan hem jî li sala 2023’yan xist, dest ji israra xwe ya ji bo siyaseta demokratîk û bertekên xwe yên li dijî tecrîda Îmraliyê berned. 
 
Siyaseta Tirkiyeyê ku Tifaqa Cumhûrê û "Maseya Şeşnig" ya ji hin partiyên "muxalefetê" pêkhatî hewl dan wê li dû xwe bikişînin, saleke li ser esasên dijminatiya li hemberî kurdan û nijadperestiyê, li dû xwe hişt. Her wiha 2023 bû ew sal ku bi avakirina Tifaqa Ked û Azadiyê re, ya ji aliyê partiyên çepgir û sosyalîst ve hat avakirin, Tifaqa Cumhûrê bitengije. Li gel vê HDP, li dijî polîtîkayên desthilata AKP'ê ku bi kûrkirina tecrîda Îmraliyê re neçareserkirina meseleya kurd kûrtir kir, dest bi Nobeda Edaletê kir û di bin navê Partiya Çepên Kesk de tev li hilbijartinê bû. Çendî di hilbijartinê de encama ku li bendê bû bi dest nexist jî, Partiya Çepên Kesk nehişt AKP li Kurdistanê bi ser bikeve û ji ber stratejiya xwe ya hilbijartinê çû hizûra gel û bi guherandina tuzuka xwe re rêveberiya xwe ya nû diyar kir û bi navê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û bi israra xwe ya di siyaseta demokratîk de mohra xwe li salê xist. 
 
LI DIJÎ TECRÎDÊ NOBEDA EDALETÊ
 
Sala 2023'yan bû cihê geşedanên girîng. AKP'ê xwest "rejîmeke yekzilamî" dîzayn bike, lê li hemberî vê partiyên sosyalîst û çep ên bi pêşengiya DEM Partiyê jî, israra xwe ya ji bo siyaseta demokratîk domandin. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Îmraliyê, bi Nobeda Edaletê ya li ber Wezareta Dadê dest bi sala nû kirin. Di nobedê de ku tevahiya meha Çileyê berdewam kir, hat xwestin ku Abdullah Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne. Çalakiya ku her roj bi meş û daxuyaniyan dewam kir, di 3'yê Sibatê de bi dawî bû.
 
GENGEŞIYÊN DER BARÊ GUHERANDINA DESTÛRA BINGEHÎN DE
 
Ber bi hilbijartinên serokkomariyê û giştî yên 14'ê Gulanê ve, AKP û MHPê ku piştî gotina "sernixumandinê" ya Serokê Giştî yê CHP'ê yê berê Kemal Kiliçdaroglû tevgeriyan, gengeşiyên der barê Destûra Bingehîn de kirin rojev û jib o vê des bi hevdîtinên partiyên siyasî yên li meclisê kirin, lê belê HDP'ê ji bo hevdîtinê randevû neda. CHP û Partiya ÎYÎ'yê pêşnûmayek berpêşî meclisê kirin û bi vê pêşnûmayê xala "baweriya olî" ku AKP'ê ji bo guherandinê teklîf kiribû, hat derxistin. Lê belê der barê sererastkirina saziya malbatê de tu tişt tê de cih negirtin. Bi vî awayî teklîfa ji bo guherandina Destûra Bingehîn di komîsyonê de hat qebûlkirin û pêşnûmaya guherandinê ya CHP û Partiya ÎYÎ'yê jî hat redkirin. Rêxistinên jinan û hiqûqnas li dijî vê vê telklîsa dijlaîk û cihêkar û xespkirina mafên medenî rabûn. 
 
PARÊZBENDIYA PARLEMENTERAN
 
Di sala 2023’yan de jî rakirina parêzbendiya parlamenteran bû rojeva Meclisê. Gengeşiyên der barê rakirina parêzbendiya Parlementerê CHP'ê Alî Mahîr Başarir û Parlementerê ÎYÎ Partiyê Lutfu Turkkan demeke dirêj rojeva siyasetê mijûl kirin. ÎYÎ Partî û HDP beşdarî Komîsyona Amadekar nebûn, lê piştî civîna ku 10 deqeyan dewam kir, di raporê de ku ji aliyê parlementerên AKP û MHP'ê ve hat amadekirin, hat diyarkirin ku divê parêzbendî bê rakirin. Di 2'yê Adarê de Komîsyona Têkel a Destûra Bingehîn û Dadê ya Meclisê dosyeyên parêzbendiyê yên Parlamenterê CHP'ê Alî Mahîr Başarir û Parlamenterê ÎYÎ Partiyê Lutfu Turkkan dan ber gengeşiyê û biryara rakirina parêzbendiya her du parlamenteran da.
 
ERDOGAN CARA SÊYAN BÛ NAMZET
 
Beriya hilbijartinên ku parlementerên serdema 28'emîn û serokkomarê 12'emîn, namzetiya Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan bû mijara gengeşiyê. AKP spart Pergala Hikûmetê ya Serokkomartiyê, lê eniya muxalefetê bi feraseta "dê di sindoqan de têk biçe" helwesteke muxalefetê ya tund nîşan neda. 
 
DESTHILATÊ GEL DI BIN KAVILAN DE HIŞT
 
Di dema xebatên hilbijartinê de, di 6'ê Sibatê de li Mereşê erdhej çêbû û bandor li 11 bajaran kir. Bi vê erdhejê re derket holê ku bê AKP'ê di 21 salên desthilatdariya xwe de texrîbateke çawa çêkiriye. Piştî erdhejê hefteyekê xebatên meclisê hatin sekinandin û piştî erdhejê bi çend rojan dewlet çû herêma kavilan. Leşker jî roja sêyan tev li xebatên lêgerîn-rizgarkirinê bûn. Ev yek bû mijara gengeşiyê di nava siyasetê de. Bi erdhejê re hemû saziyên dewletê xitimîn û gel di binê kavilan de ma. Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan piştî 34 saet di ser erdhejêre derbas bûnd erket pêşberî kamerayan. Çendî dewletê piştî çend rojan mudaxile kir jî, Erdogan di her daxuyaniya xwe de muxalefetê û mexdûrên erdhejê kir hedef.
 
Piştî erdhejê gava yekem a Erdogan ew bû ku li herêma erdhejê Rewşa Awarte (OHAL) îlan bike. Muxalefetê bertek nîşanî biryara Rewşa Awarte da û ev yek li meclisê bû cihê gengeşiyê. 
 
Pêşnûmeya HDP'ê ya ji bo berpirsiyariya îdarî û siyasî ya di erdhejê de derkeve holê di 28'ê Sibatê de pêşkêşî meclisê kir, bi dengên AKP û MHP'ê hat redkirin. Lê pêşnûmaya 5 partiyên li Meclisê ya ji bo vekolandina encamên erdhejê hat qebûlkirin û di 2'yê Adarê de Komîsyona Lêkolînê ya Meclisê hat avakirin.
 
ERDOGAN DÎROKA HILBIJARTINÊ EŞKERE KIR
 
Ji ber erdhejê taloqkirina hilbijartinê bû cihê gengeşiyê, lê Erdogan beriya ku kavil bên rakirin roja hilbijartinê eşkere kir û di daxuyaniya xwe ya 1'ê Adarê de wiha got: "Ev gel di 14'ê Gulanê de çi hewce bike dê bike." Bi destpêkirina pêvajoya hilbijartinê re, danûstandinên tifaqê yên di navbera desthilat û muxalefetê de di tevahiya meha Adarê de bênavber berdewam kirin. Tifaqa MIletê ya ji DEVA, Saadet, Partiya Gelecekê, CHP, İYİ Partî û Partiya Demokratê pêkhatî û Tifaqa Ked û Azadiyê ya ji HDP, TÎP, TOP, EHP, EMEP û SMF pêk hatî û Tifaqa Cumhûrê ya ji MHP, BBP û AKP'ê pêk hatî, dest bi xebatên hilbijartinê kirin.
 
DI TIFAQA MILETÊ DE KRÎZA AKŞENERÊ
 
Di pêvajoya hilbijartinê de partiyên Tifaqa Miletê di 3'yê Adarê de civîna xwe ya 12'emîn li dar xistin. Di vê civînê de bi qeyranekê re rû bi rû man. Seroka Giştî ya İYİ Partiyê Meral Akşener ji ber namzetiya Şaredarê Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglû û Şaredarê Bajarê Mezin a Enqereyê Mansûr Yavaş ji ser maseyê rabû. Akşenerê di daxuyaniya xwe ya 4’ê Adarê de wiha got: “ÎYÎ Partî hatiye dorêçkirin; bi ferzkirinekê re rû bi rû maye; çawa ku bi salan e li gelê tirk tê kirin, di navbera mirin û tayê de tercihek hatiye ferzkirin. Û bê guman em ê serî li ber vê netewînin..."Piştî gelek kesan ji ÎYÎ Partiyê îstifa kir û partî rastî bertekan hat û Îmamoglu û Yavaş jî wekî Cîgirên Serokkomar hatin qebûlkirin, Akşener dîsa vegeriya ser maseyê.
 
Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû ku piştî qeyrana Tifaqa Miletê derbas bû wekî namzetê Serokkomariyê hat diyarkirin û serdana Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) û HDP'ê kir. Tifaqa Ked û Azadiyê ya bi pêşengiya HDP'ê di 22'yê Adarê de bi daxuyaniyeke hevpar ragihand ku ew ê ji bo Serokkomariyê namzetiyê daneynin. 
 
KAMPANYAYA LI DIJÎ KURDAN
 
Dema Lijneya Giştî ya Meclisê biryar da ku di 6'ê Nîsanê de betlaneya hilbijartinê bê îlankirin, xebatên hilbijartinê dest pê kirin. Di dema ku Tifaqa Miletê bi namzetiya Kiliçdaroglû amadekariya hilbijartinan dikir, Tifaqa Cumhûrê jî HUDA-PAR, DSP û Partiya Refahê jî daxilî nava tifaqê kir. Tifaqa Cumhûrê li ser sesasên dijminatiya li hemberî kurdan kampanyaya xwe ya hilbijartinê domand û Îtîlafa Miletê jî kampanyayek ku neteweperestiyê geş dike, meşand. Erdogan bi derfetên serokomariyê xebatên hilbijartinê meşandin û wezîrên jî bi heman awayî bi derfetên wezaretan xebatên hilbijartinê kirin. 
 
ENCAMÊN HILBIJARTINÊ 
 
Di hilbijartinan de ku di atmosfereke nijadperestî û dijminatiya li hemberî kurdan de hat kirin, namzetê Tifaqa Cumhûrê Erdogan di hilbijartinên 14'ê Gulanê de ji sedî 49,50 û namzetê Tifaqa Miletê Kiliçdaroglû jî ji sedî 44,90'ê dengan standin. Di tûra duyemîn a hilbijartina 28'ê Gulanê de, Tifaqa Cumhûrê ji aliyê namzetê Tifaqa ATA'yê Sînan Ogan ku di hilbijartina 14'ê Gulanê de ji sedî 5,6'ê dengan stendibû, hat destekkirin. Di tûra duyemîn a hilbijartinê de ku bi binpêkirinan pêk hat, Erdogan bi rêjeya ji sedî 52,18 dîsa bû serokkomar.
 
Piştî hilbijartinan partiyên muxalefetê neçar man car din di nava pirsgirêkên xwe yên navxweyî de bimînin. Tifaqa Miletê ku îdia dikir ew ê li Tirkiyeyê pergala parlementeriyê ya bihêzkirî car din bîne, piştî hilbijartinê yekser belav bû. İYİ Partî û CHP'ê yên ku bûn sedema hilweşînê, piştî têkçûna xwe biryara kongreyê dan. Partiya Çepên Kesk ku stratejiya wê ya hilbijartinê hat rexnekirin, bi civînên gel biryara "vegera li cewhera xwe" da.
 
DAXUYANIYA JI BO 'DESTÛRA BINGEHÎN A NÛ'
 
Erdogan piştî hilbijartinan di merasima sondxwarina ya li Meclisê de peyama "Destûra Bingehîn a nû" da. Yilmaz Tûnç ê ku di qabîneya Erdogan de ji bo Wezareta Dadê hat wezîfedarkirin, di daxuyaniya xwe ya 4'ê Hezîranê de îdia kir ku piştî Pergala Hikûmetê ya Serokkomartiyê, erkên Meclisa hatibûn lawazkirin hatine xurtkirin û got: "Daxwaza me ya herî mezin ew e ku em di destûra xw eya bingehîn a demokratîk û sivîl de li hev bikin." 
 
KRÎZA JI BO CAN ATALAY
 
Piştî hilbijartinan xebatên parlamentoyê bi nebûna endamekî meclisê dest pê kirin. Can Atalay ku ji lîsteya Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) wekî Parlamenterê Hatayê hat hilbijartin, tevî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn jî nehat berdan û ev di di darazê de bû cihê krîzekê. Li hemberî vê yekê TÎP'ê ji bo Atalay di 5'ê Tîrmehê de bi çalakiya neterkirina Lijneya Giştî ya Meclisê dest bi çalakiyê kir. 3'yemîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Bilind di 13'ê Tîrmehê de daxwaza berdana Atalay û rawestandina darizandina wî red kiribû. Parêzerên Atalay di 20'ê Tîrmehê de bi hinceta ku ji ber dewamkirina dozê mafê wî yê "hilbijartin û xebatên siyasî" hatiye binpêkirin û mafê wî yê "azadî û ewlehiya takekesî" hatiye binpêkirin, di 20'ê Tîrmehê de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dabû. Di 28'ê Îlonê de 3'yemîn Daîreya Cezayê Giran a Dadgeha Bilind lêkolîna xwe ya ji bo îtirazê ya der barê biryara 13'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê de di 25'ê Nîsana 2022'an de bi dawî kir. Bi vê nirxandinê re Atalay jî di nav de cezayê ku li 5 kesan hatibû birîn pesend kir. 
 
TÎP'ê li dijî biryarê di 1'ê Cotmehê de ji Hatayê dest bi "Meşa Azadiyê" kir. Dadgeha Destûra Bingehîn di 25'ê Cotmehê de biryara "mafê hilbijartinê" û "azadî û ewlehiya takekesî" ya Atalayê girtî hatiye binpêkirin. Dihat payin kur Atalay bi biryara Dadgeha Destûra Bingehîn bê berdan, lê 3'yemîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Bilind biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a di 8'ê Mijdarê de dabû qebûl nekir. Dadgeha Bilind diyar kir ku Dadgeha Destûra Bingehîn Qanûna Bingehîn binpê kiriye û sînorên rayeya xwe derbas kiriye û giliyê endamên Dadgeha Destûra Bingehîn ên ku biryara binpêkirinê dan, kir.
 
MUXALEFET: DIVÊ LI DIJÎ DARBEYÊ XWEDÎ HELWEST BE
 
Biryara Dadgeha Bilind ji aliyê muxalefetê ve wekî darbeyê hat şîrovekirin. DEM Partiyê ragihand ku Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) û Koma Meclisê li dijî vê biryarê biryar lidarxistina civînê girtiye. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan, diyar kir ku Dadgeha Bilind li dijî Destûra Bingehîn serî rakiriye û got: "Em bang li Meclis û Serokatiya Meclisê dikin ku li dijî hewldana darbeyê xwedî helwest be." Koma Meclisê ya DEM Partiyê jî xwest Meclis ji bo xwedîderketian li vîna xwe û serdestiya hiqûqê bicive. Serokwekîlê Meclisê yê DEM PArtiyê Sirri Sureyya Onder jî diyar kir ku Dadgeha Bilind hewl daye darbeyê bike û got ku dê vê biryarê di dema nobeda xwe de nexwîne. 
 
Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel jî got: “Ji sûcê binpêkirina destûra bingehîn wêdetir, ev hewldana li dijî destûra bingehîn e. Divê tavilê were tepisandin." 
 
Piştî ku budçeya wekî "budçeya şer" tê binavkirin qediya, vê carê jî bi hinceta erdhejan di 7'ê Tîrmehê de doza trilyon û 119 milyar û 514 milyon û 513 hezar TL budçeyeke pêvaekî hat kirin. Budçe di 15'ê Tîrmehê de bi dengên AKP û MHP'ê hat qebûlkirin. Piştî hevdîtinan meclis heya 1'ê Cotmehê hat girtin. 
 
NOBEDA EDALETÊ
 
Piştî ku Ferît Şenyaşar ji DEM Partiyê wekî parlementerê Rihayê hat hilbiajrtin, tevî dêya xwe Emîne Şenyaşarê çalakiya xwe ya Nobeda Edaletê li ber deriyê Wezareta Dadê domand. Lê ji ber nexweşîna Emîne ŞEnyaşarê nobed ji bo demekê hat atloqkirin. Di 41 rojên noebdê ya li Enqereyê de Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç bi tu awayî daxwaza hevdîtinê ya malbatê qebûl nekir. 
 
PARTIYA ÇEPÊN KESK
 
Partiya Çepên Kesk a ku di hilbijartinên borî de bi Tifaqa Ked û Azadiyê çû meclisê, piştî hilbijartinan bi civînên xwe yên li qadên herêmî kongreya xwe pêk anî û di 15'ê Cotmehê de rêveberiya xwe ya nû û navê xwe guhert. Partiya Çepên Kesk ku biryara "vegera li cewherö xwe" , navê xwe wekî Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) destnîşan kir. Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî di daxuyaniya xwe ya 17'ê cotmehê de di ser HEDEP'ê re serokê AYM'ê û endamên wê hedef girtin û xwets partî bê girtin. Dadgeha Bilind ku piştî hedefgirtina Bahçelî serlêdan lê hat kirin, bi hinceta navê "HEDEP" dişibe HADEP'a ku ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn ve hatibû girtin, navê HEDEP'ê qebûl nekir. Li ser vê yekê partiyê kurtenavê xwe kir "DEM Partî". 
 
MECLISÊ BI TEZKEREYA ŞER DEST BI XEBATÊ KIR
 
Li gel banga çareseriyê ya DEM Partiyê jî, AKP'ê tezkereya ji bo dirêjkirina dema mayina leşkeran ên li Iraq û Sûriyeyê berpêşî Meclisê kir. Tezkere, di 17'ê Cotmehê de bi dengê AKP û MHP'ê hat qebûlkirin. 
 
BUDÇEYA ŞER
 
Pêşnûmeya Budçeya Hikûmeta Navendî ya 2024’an di 17’ê Cotmehê de bi îmzeya Erdogan a AKP’î pêşkêşî Meclisê hat kirin. Budçeya sala 2024'an ku dihat plankirin bi tevahî bibe 11 trîlyon û 89 milyar lir be, ji aliyê Komîsyona Plan û Budçeyê ve hat qebûlkirin. Di budçeyê de hat pêşbînîkirin ku ji bo "parastin û ewlehiyê" trîlyon û 133 milyar û 500 milyon lire were veqetandin. DEM Partiyê li dijî budçeya ku gel, kedkar û karkeran nahewîne, pêşniyaza "Budçeya Gel a Kedkaran" pêşkêş kir.
 
‘LI ROJAVAYÊ NEXWEŞXANE TÊN BOMBEKIRIN'
 
Di dema gengeşiyên budçeya Wezareta Tenduristiyê de endama DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, bertekên Wezîr Fahrettîn Koca yên li hember bombekirina Îsraîlê ya li ser nexweşxaneya Tirkiye-Filîstînê bi bîr xistin û wiha bertek nîşan da: “Hikûmetê li Rojavayê nexweşxane bombebaran kirin, lê me dengê we nebihîst." Di dema gengeşiyên bûdçeya Wezareta Perwerdehiyê ya li Komisyonê de, parlamenterên DEM partiyê bi pankartan kêmbûna derfetên ji bo kurdî û zimanên din û betalkirina navroja xwendekaran protesto kirin.
 
Parlementerê DEM Partiyê Sezaî Temellî li ser daxuyaniya Wezîrê Parastinê yê berê Hûlûsî Akar a der barê bikaranîna çekên kîmyewî de bibîr xist.
 
PANKARTÊN 'TECRÎD SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE'
 
Parlamenterên DEM Partiyê bi pankartên “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” û “Ji bo aştiyê dawî li tecrîdê bînin” beşdarî civîna budçeya Wezareta Dadê bûn. Koma DEM partiyê bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê ku 25 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Girava Îmraliyê tê girtin û 34 meh in agahî jê nayê girtin, da.
 
MECLIS: SIYASETMEDARÊN KURD HEFDEF HATIN GIRTIN
 
Meclis di 1'ê Cotmehê de vebû. Lê di demeke kurt de êrişên leşekr û polîsan, netehemulkirina kurdî, îadekirina pêşniyazpirs û pêşnûmeyan û fezlekeyên ji bo betalkirina parêzbendiya parlementeran li ser hev rû dan. 
 
Di dema axaftina parlementerê DEM Partiyê Sakik de, Serokwekîlê Meclisê yê MHP'î Celal Adan çêr kirin. Adan gava çêr kir ji bîr kiribû mîkrofon girtiye. Lê dîsa jî ev çêrên wî di girtenameyan de cih negirt. Ji ber vê parlamenterên DEM Partiyê xwestin Adan îstifa bike, lê parlamentera AKP'ê Leyla Şahîn Ûsta got "hin rastiyên vê meclisê hen" û çêrên Adan parast. 
 
Adan ê ku sond xwar ku çêr nekirine û li ber bangên îsytifakirinê xwe li bêdengiyê danî, di 21'ê Mijdarê de parlementerên DEM Partiyê di dema serokatiya Lijneya Giştî ya Meclisê de kursiyê dagir kirin. Adan jî ku neçar ma navberê bide guftûgoyên li meclisê. Adan bilêv kir ku ku di girtenameyê de çêr tune ne û hewl da xwe biparêze. 
 
Serokwekîlê Koma MHP'ê Muhammed Levent Bulbulê gotina Bahçelî ku gotibû "ez ê bi çetelastîkê biçim Xezeyê" bibîr xist, gef li parlementerê DEM Partiyê Alî Bozan xwar û got: "Ez dixwazim ji vir hişyar bikim. Ji niha û pê ve çi biqewime, nexin stuyê MHP'ê." 
 
Li ser gotinên Devlet Bahçelî, parlementerê DEM Partiyê Omer Faruk Gergerlîoglû ji aliyê parlementerên MHP'ê ve rastî gefxwarin û heqaretan hat. Gergerlîoglû got, "Hedê xwe zanibin" û bertek nîşanî wan da. 
 
LI MECLISÊ NETEHEMULKIRINA KURDÎ
 
Axaftina bi kurdî ya li Meclisê careke din wekî “x” hat tomarkirin. Silavdayîna bi kurdî ya Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş Altin û axaftina bi suryanî ya George Aslan ji aliyê parlementerên AKP, MHP û ÎYÎ Partiyê ve hedef hatin girtin. Ev netehemulkirina kurdî, di dema guftûgoyên budçeyê de domandin. Piştî ku endamê DEM Partiyê Omer Ocalan li Meclisê bi Kurdî civîneke çapemeniyê li dar xist, hat gotin ku “Ji bilî tirkî zimanekî din nayê bikaranîn” û der barê wî de girtename hat amadekirin. 
 
PÊŞNÛMAYÊN MUXALEFETÊ NEHATIN QEBÛLKIRIN
 
Dîsa di nava salê de pêşniyazpirs û pêşnûmayên muxalefetê bi dengên AKP-MHP’ê hatin redkirin. Di protokola parlementoyê de navê "Kurdistan"ê wekî “qebe û xirab" hat pênasekirin û pêşnûme hatin îadekirin. Pêşnûmaya der barê êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de pêşkêşî Meclısê hat kirin, bi hinceta "mijarên divê neyên pirsîn" hat îadekirin. Di Serdema 28'an a qanûndanînê de 5 hezar û 265 pêşniyazname pêşkêşî Meclisê hatin kirin û ji wan hezar û 610 pêşniyazname hatin bersivandin. 2 hezar û 941 jê jî hêj nehatine bersivandin.
 
DI SALA 28'AN A QANÛNÇÊKERIYÊ DE MESAIYA LI DIJÎ TECRÎDÊ
 
Li Meclisê di sala 2023’yan de gelek caran îşaret bi tecrîda li ser Îmraliyê hat kirin. Piştî daxuyaniya parlamenterên DEM Partiyê yên di serdema 28'emîn a qanûndanînê de li Meclisê hat eşkerekirin, ji bo hevdîtin bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re çêkirin di 2'ê Mijdarê de serî li Wezareta Dadê hat dayîn. Parlamenterên DEM Partiyê jî di 16’ê Mijdarê de bi daxwaza hevdîtinê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re bikin serî li Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclisê dan. Tevî ku ji aliyê gelek parlementeran ve serî li binkomîsyona Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclisê ya Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclisê dan jî, di serdema nû de serdana Girtîgeha Îmraliyê, daxilî nava planê nehat kirin. 
 
MA / Berîvan Altan