ROJEVA 30'Ê KANÛNA 2025'AN

  • rojane
  • 09:00 30 Kanûn 2025
  • |
img
* Hevseroka Şaxa OHD a Rihayê Gul Fehîme Bînîciyê behsa rêziknameyên qanûnî yên ku di çarçoveya pêvajoyê de hatine nîqaşkirin kir û got: "Qanûnên edalet û azadiyê yên veguhêz tawîz an bazarkirin nînin; ew guhertin û veguherîneke qanûnî ya pêwîst in ku aştiyê gengaz dikin."
 
* Endamê Şandeya Îmraliyê Ozgur Faik Erol diyar kir ku "Qanûna Aştiyê" bidawîanîna pevçûnê û tevlîkirina nav siyaseta demokratîk a kesên ku li derî pergala hiqûqê hatine hiştin ferz dike û got: "Ev qanûn dê rê li ber sedsaleke nû ya Tirk û Kurdan veke."
 
* Rewşa rojnameger Huseyîn Aykol dê were şopandin.  
 
* Saziyên ziman dê di çarçoveya "Mafê hêviyê" de li Enstîtûya Amedê daxuyaniyê bidin. (12.00) ZINDÎ
 
* Endamên TUAY-DER a Amedê dê ji girtiyan re kartan bişînin. (13.00)