Bendava ku hat gotin 'dixebite' piştî 6 salan hatiye çêkirin

img
AGIRÎ - Li Agiriyê Bendava Derecekê ku 10 sal berê îhaleya wê bi 22 milyon TL'yî hat çêkirin û hat derpêşkirin ku di sala 2019'an de hatiye xebitandin, derket holê ku di sala 2025'an de hatiye çêkirin. 
 
Midûriyeta Herêma 8'an a Erziromê ya Karên Avê ya Dewletê (DSÎ), di sala 2016'an de li Zozana Sînekê ya navçeya Avkevir a Agiriyê plansaziya çêkirina Bendava Derecekê kir. Îhaleya Bendava Derecekê, di sala 2016'an de bi 22 milyonan hat çêkirin. DSÎ'yê di malpera xwe ya fermî de ji bo bendavê wiha gotibû: "Ji sala 2019'an ve dixebite." Lê belê, li gor lêkolînên hatin kirin, bendav di sala 2019'an de nehatiye temamkirin, di sala 2021'ê de îhaleyeke nû hatiye çêkirin û di sala 2025'an de temam bûye. 
 
Midûriyeta Herêmê ya 8'an a Erziromê ya DSÎ'yê ji bo çêkirina Bendava Derecekê îhaleya ewil di sala 2026'an de çêkir. Şîrketa Madenvaniyê ya Demîrkonê îhaleyê bi 7 milyon û 680 hezar TL'yî girt. Piştî îhaleyê bi 5 mehan, vê carê jî îhaleya avê ya bendavê hat çêkirin. DSÎ'yê ji bo îhaleya avê jî 14 milyon û 227 hezar TL fiyet diyar kir. Heman şîrketê vê îhaleyê jî bi 600 hezar TL'yî zêdetir ango bi 14 milyon û 823 hezar TL'yî girt. 
 
Dema ku kura dolar bi 2 TL û 79 qurîşan bû, anku di sala 2016'an de çêkirina gola bendavê bi 22 milyon û 503 hezar TL'yan berpêşî îhaleyê hat kirin. Li gor agahiyên ku di malpera fermî ya DSÎ'yê de agahiya ku çêkirina Gola Bendava Derecekê ya li Avkevirê di sala 2017'an de dest pê kiriye û di sala 2019'an de hatiye xebitandin, cih digire. Li gor qeydên fermî, bendav di dîroka navborî de hatiye qedandin, lê derket holê ku bendav wê demê nehatiye çêkirin. 
 
CARA DUYAN DEST BI ÇÊKIRINA WÊ HAT KIRIN
 
Piştî îhaleya yekemîn bi 5 salan careke din ji bo çêkirina gola bendavê îhale hat çêkirin. Îhale di sala 2021'ê de hat çêkirin û vê carê Şîrketa NBY Enerjiyê îhaleyê bi 7 milyon û 442 hezar TL'yî wergirt. Çêkirina bendavê piştî 4 salan temam bû. Piştî temamkirina benda bendavê, îsal di Hezîranê de ji bo projeya avê ya bendavê îhaleyeke din hat çêkirin. Şîrketa DEHA Ozturkê îhaleyê bi 18 milyon û 362 hezar TL'yî wergirt. Di meha Cotmehê de av ket gola bendavê. Bi vê re rêyên gundan hat girtin û bi hezaran dekar mêrg di bin avê de man. 
 
Hê jî aqûbeta 22 milyon û 503 hezar TL'yê ku di sala 2026'an de ji bo îhaleya bendavê hat dayîn, ne diyar e. 
 
MA / Omer Akin