* Tundiya li dijî jinan li Iraq û Herêma Kurdistana Federe di salên dawî de gihîştiye asta herî krîtîk. Zêdebûna kuştinên jinan û bûyerên veşartî yên taciz û destdirêjiyê polîtîkayên hikûmetê yên li ser jinan radixîne berçavan. Rêxistinên jinan destnîşan dikin ku bêcezatî tundiyê zêdetir dike.
* Li Agiriyê Bendava Derecekê ku 10 sal berê îhaleya wê bi 22 milyon TL'yî hat çêkirin û hat derpêşkirin ku di sala 2019'an de hatiye xebitandin, derket holê ku di sala 2025'an de hatiye çêkirin.
* Ji qurbaniyên Komkujiya Helebçeyê yên ku di çaçroveya projeya "Gundbajar" a li Mûşê hat çêkirin û paşê veguherîn kampan çar salan man, tenê gorên wan man. Niha xelkê Mûşê xwedî li van goran derdikeve.
* Rêxistinên jinan ên li Mersînê diyar kirin ku pêvajoya aştiyê tenê bi deng û hêza biryardanê ya jinan dikare pêş bikeve û bang li dewletê kirin ku danûstandinên zelal û jidil bike.
* Pêkanîna lastîkên zivistanê ku her sal mecbûrî be, dê di 1'ê Kanûnê de dest pê bike.
* Nivîskar Çetin Lodî diyar kir ku divê nivîskarên Kurd di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de dengê xwe bêtir bilind bikin û got: "Divê nivîskar, ji şervanan wêrektir bin."
* ÎT ku valahiya desthilatdariyê ya li qada Sûriyeyê wekî fersend dibîne, ji taxa Kurdan a Şamê Riknedînê heta peravên Lazqiyeyê planeke berfireh a "dagirkeriya nerm" xistiye meriyetê. Di demeke wiha de ku bi feraseta "Ixwanî Muslimîn" tevna civakî tê guhertin, li aliyê din di nava rejîma HTŞ/Colanî de rizîbûn û torên qaçaxçîtiya çekan kûrtir dibin.
* Hevserokê Çukurova GOÇ-DER'ê Mehmetalî Oral diyar kir ku heta cerdevanî, deverên mayinkirî û qedxeyên li ser mêrgn neyên rakirin, pêvajo pêş nakeve û got: "Sê milyon kes ji bo vegera li gundên xwe li benda çareseriyê ne."
* Rewşa rojnameger-nivîskar Huseyîn Aykol ku xwîn çûbû ser mejiyê wî û di beşa çavdêriya awarte de tê tedawîkirin dê were şopandin.
* Komîsyona Mafên Zarokan a Şaxa ÎHD'a Amedê dê li avahiya şaxê "Rapora binpêkirinên mafên zarokan a di navbera salên 2024-2025'an de li Rojhilat û Başûrrojhilat hatine kirin" parve bike. (12.00)
* Li hotêleke Çewligê dê bi beşdariya Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Hevberdevka HDK'ê Meral Daniş Beştaş û endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldanê bi gel re civîn bê lidarxistin. (13.00)
