Şanoger Keskîn: Dîaspora pireke di navbera şanoya kurdî û cîhanê de ye

AMED - Şanoger Ferhat Keskîn ku di gotûbêja “Şanoya Kurdî ya li Dîasporayê” axivî, diyar kir ku baweriya wî bi şanoya kurdî ya li dîasporayê nayê û got ku dîaspora di navbera şanoya kurdî û cîhanê de pirek e.

9’emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê ku bi dirûşma “Bi hebûna xwe, bi xwebûna xwe” tê lidarxistin, îro bi dawî dibe. Di çarçoveya mîhrîcana ku pêşengiya wê Şanoya Bajêr a Amedê dike, gotûbêja “Şanoya Kurdî Li Dîasporayê” ku Ferhat Keskîn pêşkêş dike, li Çand Ma’yê hate lidarxistin. Gotûbêj ji aliyê şanoger û şanohezan ve rastî eleqeyeke baş hat û hewşa Çand Ma’yê tijî bû. Şanoger, hunermend, muzîkjen û gelek kes tev li gotûbêjê bûn. 
 
‘TEKOŞÎNA SIYASÎ YA KURDAN XWEDÎ ROLEKE MEZIN E’
 
Ferhat Keskîn ku axiverê gotûbêjê bû, diyar kir ku mirov nikare şanoya kurdî û tekoşîna siyasi ya kurdan ji hev cuda bigire dest. Keskîn, anî ziman ku tekoşîna siyasî ya kurdan ji aliyê şanoyê ve xwedî roleke mezin e û wiha berdewam kir: “Gelek zarokên kurdan li dîasporayê hebûn ku min digot dê ji kurdîtiyê dûr bikevin. Lê wisa nebû û gelek karên serketî dikin. Koçberiya me ji bo me bû şansek jî. Me cîhan nas kir û me danûstandin kirin. Heta niha em neçar bûn ku bi çavekî xerîb li cîhanê binêrin. Yan tirkî, yan erebî yan jî farisî. Lê piştî kurd belavî cîhanê bûn, bi kesayet û zimanê xwe re têkilî danîn.”
 
‘BAWERIYA MIN BI ŞANOYA DÎASPORAYÊ NAYÊ’
 
Keskîn, bal kişand ser şanoya dîasporayê û ev tişt got: “Baweriya min bi şanoya kurdî ya li dîasporayê nîne. Lê ji bo şanoya Kurdistanî cihek û derfetek girîng e. Dîaspora di navbera şanoya li Kurdistanê tê lîstin û cîhanê de pirek e. Dilê şanoya kurdî li Kurdistanê diavêje, ne li cihekî din û dîaspora jî, ji bo belavbûna şanoya kurdî roleke girîng dilîze.”
 
Piştî gotûbêjê Şanoger Berfîn Emektar plaket da Ferhat Keskîn. 
 
BERNAMEYA ÎRO
 
Her wiha dê îro saet di 15.00’an de li ÇandAmedê lîstika bi navê “Otopsî” ya Golge Tiyatro Toplûlûgû, saet di 20.00’an de li Dêra Ermenan ya Sûrp Giragos jî lîstika Tiyatro Yolcû “Gomîdas” derbikeve pêşberî şanohezan.