Êrişên li dijî DEM Partiyê hatin şermezarkirin: Em ji çeteyan natirsin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên protestokirina êrişên li dijî DEM Partî ya Bêrecûkê de wiha hate gotin: “Em ji Mehmet Begît û çeteyên ku pişta xwe dayê natirsin.” 
 
Êrişên li dijî avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Bêrecûk a Rihayê li gelek bajaran hatin protestokirin. Di çalakiyan de bertek nîşanî Mehmet Begît ê di 29’ê nîsanê de îstîfa kirî û kekê wî Mehmet Begît ê ji ber êrişa li dijî DEM Partiyê hatine binçavkirin hatin nîşandan. 
 
RIHA
 
Parlamenterên DEM Partiyê Saliha Aydenîz û Zeynep Oduncu jî di nav de bi sedan kesan li pêşiya Şaredariya Bêrecûkê daxuyanî dan. Polîsan hewl dan çalakiyê asteng bikin û beşdaran dirûşma “Na ji xespkirina îradeyê re, îstîfa bike” hate berzkirin û dovîzên “Na ji xespkirina îradeyê re, îstîfa bike”, “Ji diziyê re destûr tune ye”, “Şaredarî ya gel e dê wisa bimîne” û “Gel ji heqê xwe bistîne hat” hatin hilgirtin. 
 
Endamê Meclisa Şaredariyê yê DEM Partiyî Hakan Arici wiha got: “Her çend bibêjin kesên nasnameyên wan diyar jî, em baş dizanin ku kîjan derdorên tarî vî hedî di xwe de dibînin. Zîhniyeta ku hewl dide bi siyaseta al û posteran qirêjiyên xwe veşêrin bila baş bizanin ku dê polîtîkayên reşkirin nekarin me ji rêya me bikin. Em ê heta dawiyê xwedî li îradeya gel derkevin. Gel dengê xwe neda Begît, da DEM Partiyê. Bila Sakip Yaşar, Reşît Çerîkan û Mahmût Dîrîer ên tev li xeta xiyanetê ya Begît bûn baş bizanin ku dîrok tu caran xiyanetan û xayinan ji bîr nake. Hûn di wijdana gel de sûcdar in. Tavilê dev ji vê lîstika qirêjî berdin. Divê Begît tavilê qoltixa xesp kirî berde û ji gel lêborînê bixwaze. Heta ku em tiştên aydên xwe digirin dê têbikoşin. Tu hêz nikarin me ji doza me bikin. Ji bilî îstîfaya Begît tu rêyên din nînin. Em natirsin, li vir in.” 
 
'EM Ê XWEDÎ LI DESTKEFTIYÊN XWE DERKEVIN’ 
 
Parlamenter Aydenîz jî wiha got: “Divê Begît îstîfa bike. Îktîdara ku du serdemin bi rêya qeyûman nekarî îradeya gel xesp bike, niha jî hewl dide bi rêya polîtîkayên şerê taybet xesp bike. Begît û çeteyên ku ew pişta xwe pê germ dike nikarin me bitirsînin. Banga me li wezîrê dadê ew e ku peywira xwe pêk bîne.” 
 
SERDANA ESNAFAN Û MEŞ
 
Çalakî bi dirûşma “Begîtê diz îstîfa bike” bi dawî bû. Piştre jî parlamenter û hevşaredar çûn serdana esnafan. Piştî serdana esnafan, bi sedan kes bi dirûşma “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin”, “Bêrecûk ranezê li şaredariyê diz heye” û “Dizo îstîfa bike” ber bi avahiya DEM Partiyê ya du caran rastî êrişê hatî meşiyan. 
 
WAN
 
Li Wanê jî li pêşiya Rêxistina DEM Partiyê ya Wanê daxuyanî hat dayîn. Hevserokê DEM Partiyê yê Wanê Veysî Dîlekçî anî ziman ku heke îktîdara AKP-MHP’ê encamên hilbijartinê baş fêm nake, dê berxwedana li Wanê li her deverê belav bibe û dawiya îktîdarê bîne. Dîlekçî, da zanîn ku kesên kesên di rojên dawî de bi referansa AKP-qeyûm girtine şaredariyê, tesarûfa qanûnî ya şaredariyê krîmînalîze dikin. Dîlekçî, bertek nîşanî Ziya Turk ê ji bo tayînkirina qeyûman “nûçeyên” provakatîf çêdike û ji bo van nûçeyan jî bi rêya “abonetî” û “reklamê” bi milyonan lîre ji şaredariyê girtî da. Dîlekçî, wiha domand: “Qelemşorê qeyûm ji bo xespa qeyûm nûçeyan çêdike. Em baş dizanin kî van xwedîd ikin. Bila kesek hînbûnên xwe yên xelet û neheq ên berê dubare neke. Berteka demokratîk a li dijî hewldana tayînkirina qeyûman dê berteka li dijî xespkirina mazbatayê hatiye nîşandan li pey xwe bihêle.”
 
Dîlekçî, got ku mîna di demên berê de dê gel li dijî êrişên nû jî berteka xwe nîşan bide û wiha pê de çû: “Ji roja encamên hilbijartinê diyar bûn heta niha li Bêrecûkê bi rêya têkiliyên malbat û eşîran li dijî partiya me hewldanên provakatîf tên kirin. Çeteyên ku têkoşîn û berxwedana li dijî xiyanetê ranagirin, guleyan ber didin ked û têkoşîna gel.” 
 
ÊLIH 
 
Li Êlihê jî li pêşiya avahiya partiyê daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta “Zext nikarin me têk bibin” hate hilgirtin û gelek kes tev li çalakiyê bûn. Hevseroka Bajar Songul Korkmaz got ku dê îradeya gel bi ser keve û dê kes nekare vê îradeyê xesp bike. Hevserokê DBP’a Bajar Resûl Çetîn jî ev tişt anî ziman: “Ji ewil xwestin bi hîleyan bi ser kevin. Mehmet Begît bi îstîfakirinê re xiyanet li îradeya xelkê Bêrecûkê kir. Dê berxwedan û têkoşîna me ya li dijî zîhniyeta xayîn, xespkar û çete bidome.” 
 

Sernavên din

11:52 Li Curnê Reş daxuyaniya têkildarî hilbijartinê
11:29 Li Şirnexê kesek hat girtin û 39 kes hatin berdan
11:28 Şaredariya Sûrê deynê qeyûm li pey xwe hiştî eşkere kir
11:26 Nivîskar Sîdar Jîr: Kobanê kevirê takêşê yê dîroka kurdan e
10:36 Cîgirê Reîsî li şûna wî hat tayînkirin
09:54 Ji bo 10 bajaran hişyariya barîna barana zêde hate kirin
09:45 ‘Zîhniyeta DAIŞ’ê pirsgirêkeke navneteweyî ye’
09:30 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiyê di roja 176’an de didome
09:27 Ji rojnameger Silêman Ehmed 209 roj in agahî nayên girtin
09:24 Li Geverê tecrîd hate protestokirin
09:22 Di 18 rojan de 372 binçavkirin 108 girtin
09:10 ‘Rêveberiya tayînkirî ya nexweşxaneyê pergala tenduristiyê bêqîmet dike’
09:03 ‘Divê motokuryetî têkeve nav çîna ‘karên bi talûke’
09:00 ROJEVA 20'Ê GULANA 2024'AN
07:36 Rayedarên îranî: Serokkomar Reîsî mir
00:17 Li Marsîlyayê meşa 'Ji Ocalan re azadî'
19/05/2024
22:18 Li Licê operasyona leşkerî
22:08 Li Stenbolê 4 ciwan hatin girtin
21:14 DEM Parî dê serdana Demîrtaş bike
21:00 Sempozyûma Ziman: Divê edî kurd bibin yek
20:17 ANKA-DER: Em ê tecrîda li ser ziman rakin
19:50 ’Li hundir û derve dê têkoşîna me bidome’
19:33 Li Periyê xebatên hilbijartinê bênavber didomin
19:11 Îbrahîm Kaypakkaya li Stenbolê hate bîranîn
18:29 Hefteya windayan: Şîna me didome, ji ber edalet pêk nehat
17:03 Li Îranê qezaya helîkopterê çêbû: Serokkomar winda ye
16:41 ‘Curnê Reş dê di 2’yê hezîranê de ji zilmê re bibêje êdî bes e’
16:33 Girtiyên ji Doza Kobanê: Çi dibe bila bibe em ê tawîzê nedin
16:16 YNK: PDK nahêle lê divê hilbijartinê bên lidarxistin
16:00 Li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
15:13 Li Tetwan û Aydinê qeza: Kesek mir, 11 kes birîndar bûn
15:06 Biryarên Doza Kobanê hatin protestokirin nt>
14:58 'Ji bo zimanê kurdî bijî divê her malek bibe dibistanek’
14:40 ‘Şehîdên Meha Gulanê’ li Edeneyê hatin bibîranîn
14:31 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê çûn serdana Yuksekdag: Em ê piştevaniyê mezin bikin
14:21 Ciwanên binçavkirî li edliyeyê ji pişt ve destkelemçekirî tên sekinandin
14:03 Di êrişa dewleta tirk de zarokek hate qetilkirin
12:47 Li Bursayê zilamekî hewl da jinekê bikuje
12:29 Herêma Bradostê hate bombebarankirin
12:11 Li Helebê Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê hate vekirin
11:43 Tehliyeya rojnameger Ren dîsa hate taloqkirin
10:38 Hejmara 64’emîn a Kovara Jînê derket
10:18 Ji emniyetê peyama ‘xwedîderketina li Ziya Turk’
10:08 Li Başûr krîza hilbijartinê: PDK qels bûye lewma naxwaze hilbijartin bibe
09:40 'Ger parastina Kobanê sûc be, me hemûyan ew sûc kiriye'
09:39 Doza Kobanê: Doz veguherandine amûreke cezakirinê ya kolektîf
09:07 Berdana girtiyê nexweş ê 'poşmantî' red kirî cara 4'an hat taloqkirin
09:05 Bereh: Gelê bixwaze xwe biparêze, ewilî divê zimanê xwe biparêze
09:02 Çalakiya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan didome
09:01 Rojnameger Silêman Ehmed li ku ye?
09:00 ROJEVA 19’Ê GULANA 2024’AN
08:49 Di teqîna li Tokatê de 5 jê cendirme 7 kes birîndar bûn
18/05/2024
22:50 Hatimogûllari: Têkoşîna me xurttir bûye
21:20 Bakirhan: Em ji tifaqa JÎTEM'ê ku me didarizîne xelas bibin
19:46 Ûçar: Parêzbendiya herî mezin a gelê kurd berxwedanê wê ye
17:14 Li 3 bajaran 'doza kumpasê' hat protestokirin
16:46 Li Curnê Reş taxa bi taxa xebatên hilbijarinê didomin
16:36 Parêzvanê Ozcan ê AKP’î: Ez hatim girtin lê karê tiryakê Ozcan dikir
15:49 Li Efxanistanê lehî rabûn: Herî kêm 50 kes mirin
15:19 Pirsgirêkên tenduristiyê yên girtiyên nexweş ên bi ser 65 salî re rêz kirin
15:09 Girtiyê nexweş Îlhan piştî 30 salan li bajarê xwe ye
14:25 Li Wanê Sempozyûma Zimanê Kurdî: Kuştina zimanekî komkujî ye
14:05 ‘Şehîdên Meha Gulanê’ hatin bibîranîn
13:48 Berdana Şen ê 31 sal in girtî ye cara çaremîn hate taloqkirin
13:44 Xizmên Windakiriyan li gelek bajaran çalakî li dar xistin: Faîlan bidarizînin
13:40 Dayikên Şemiyê aqûbeta malbata Orhan pirsîn
13:22 Doza Kobanê li Şirnex û Hatayê hate protestokirin
12:47 Li Tokatê cezayê hucreyê li girtiyan birîn
11:44 Di êrişa li dijî Şehbayê de 2 zarok birîndar bûn
10:46 Çîftyurek: Bi ‘Projeya Riya Pêşketinê’ çav berdane destkeftiyên kurdan
10:39 Di 6 salan de li Efrînê 10 hezar kes hatin revandin
10:23 Mîhrîcana Pirtûkan a Mêrdînê: Eleqeyeke zêde heye
10:12 Doza Kobanê: Divê em li dijî biryarê bi hev re têbikoşin
09:38 Tevgera Goran biryarên Doza Kobanê şermezar kir
09:18 Nas: Ji bo siberoja welêt biryareke hêvîşikestinê ye
09:17 Girtiyên siyasî 174 roj in bi daxwaza azadiyê Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
09:10 Unsal: Ger daxwaza wan tolhilanîna DAIŞ'ê be, ev hewldaneke bêhûde ye
09:09 Qedexekirina zozanan kiriye ku mêşvanî nemîne
09:08 207 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:05 Li Îzmîr, Stenbol û Manîsayê 18 kes hatin girtin
09:01 Îşkenceya bipense di îdianameyê de cih negirt
09:00 ROJEVA 18’Ê GULANA 2024’AN
17/05/2024
22:18 Îlhan piştî 30 salan ji girtîgehê derket
19:21 Emîne Şenyaşar tê darizandin, lê kujer nayên darizandin'
18:26 Saziyên ziman: Tu ceza nikare riya siyaseta demokratîk a azadîxwaz bigire
16:31 Li 3 bajaran çalakiya ‘Tecrîdê dawî bikin’
16:30 Li Colemêrgê 6 kes hatin girtin
16:16 Li Curnê Reş li 12 gundan xebatên hilbijartinê: Em ê bi ferqeke zêde bi dest bixin
16:05 Pereyê ji şaredariyê re hatiye şandin bi besî mûçeyên xebatkaran jî nekir
15:56 Li Çorumê 2 jin hatin qetilkirin
14:47 Ji ÎHD’ê rapora girtîgehên Egeyê: Di salekî de 934 binpêkirinên mafan
14:42 Kişanak li Amedê ye: Kobanê meseleya wijdanê bû, wijdan bi ser ket
14:41 Artêşa tirk gundê Til Mediq ê Şehbayê topbaran kir
14:39 Biryarên Doza Kobanê tên protestokirin
14:38 Kar û barên dewr û tehsîsê yên qeyûmê Sertê hatin betalkirin
14:23 Xelkê Wanê: Biryar ne dadgehê, îktîdarê da
14:14 Daxwaza ‘Bila Komîsyona Lêkolînê ya Heqîqetan bê avakirin’
14:12 Wezîrê Edaletê Tunç derheqê Doza Kobanê de daxuyanî da
13:48 1’emîn Mihrîcana Pirtûkan a Mêrdînê dest pê kir
13:36 DEM Partiyê ji hilbijêrên Curnê Reş re name şand: Em ê vîna xwe biparêzin