DFG Û MKG: Darizandina rojnamevanan rawestînin

  • rojane
  • 13:42 27 Nîsan 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - DFG û MKG ku bertek nîşanî girtina kedkarên Çapemeniya Azad da, bang li desthilatê kir ku ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê darizandina rojnamevaniyê rawestînin û ji rêxistinên pîşeyî û raya giştî xwest ku ji bo parastina mafê agahîgirtinê û rojnamevaniyê bi hev re têbikoşin.
 
Di 23’yê nîsanê de bi serdangirtinên malan ên navenda wan Stenbol û li Enqere û Rihayê jî hatin kirin de nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Esra Solîn Dal û Mehmet Aslan, xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Enes Sezgîn û kedkarên Çapemeniya Azad Saliha Aras, Yeşîm Alici, Beste Argat Balci, Şîrîn Ermîş û Erdogan Alayûmat û nûçegihanê MA’yê yê berê Dogan Kaynak hatibûn binçavkirin. 
 
Rojnamevan Enes Sezgîn, Salîha Aras, Yeşîm Alici, Beste Argat Balci û Şîrîn Ermîş ên karûbarên wan ên midûriyeta polîsan bi dawî bûn duh sewqî Edliyeya Stenbolê hatin kirin û bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Esra Solîn Dal, Mehmet Aslan û rojnamevan Erdogan Alayûmat piştî karûbarên wan ên dadgeriyê yên heta nîvê şevê berdewam kirin hatin girtin û şandin girtîgehê.
 
Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) bi daxuyaniya nivîskî ya bi serenavê “Bila hempîşeyên me yên li Stenbolê hatin girtin bên berdan” bertek nîşanî girtina kedkarên Çapemeniya Azad da.
 
‘ÇÊKIRINA NÛÇEYAN A ROJNAMEVANAN NE SÛC E’ 
 
DFG’ê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku hem di îfadeyên dozgeriye hem jî yên dadgehê de nûçe û hevpeyvînên ku rojnamevanan çêkirine hatin pirsîn û wiha got: “Hemû nûçeyên rojnamevanan ên têkildarî pirsgirêka kurd, şer, tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku rojevên bingehîn ên vî welatîne, hewl hate dayîn weke sûc bên nîşandan. Em bi bîr dixin ku pirsgirêka kurd û tecrîd yek ji rojevên bingehîn ên vî welatî ne û çêkirina nûçeyan a rojnamevanan a derbarê vê yekê de ne sûc e. Peywîra nûçegihanan nûçeçêkirine û bi nûçeyên xwe civakê agahdar bikine. Her nûçeyên ku di dosyaya lêpirsînê de cih digirin û hewl didin bi ‘endametiya rêxistinê’ re têkildar bin, nûçeyên bi armanca agahdarkirinê li gorî berjewendiya civakê hatine çêkirin in.”
 
‘JI BO DEMOKRATÎKBÛYÎNA TIRKIYEYÊ DARIZANDINA ROJNAMEVANIYÊ RAWESTÎNIN’ 
 
DFG’ê destnîşan kir ku desthilat bi salan e rojnamevanên di serî de pirsgirêka kurd têkildarî her rojeva ku li Tirkiyeyê veguheriye birîneke nekewandî de nûçeyan çêdikin hedef digire û wiha domand: “Em careke din bi bîr dixin ku çareseriya hikûmeta ku hewl dide bi sansûr, lêpirsîn, astengkirin, doz û girtinan rojnamevanan bêdeng bike, ne girtina rojnamegeran e. Ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêkan, astengiyên li pêşiya azadiya çapemenî û îfadeyê rakin û darizandina rojnamevaniyê rawestînin.”
 
‘DIVÊ HEMPÎŞEYÊN ME YÊN HATINE GIRTIN DEMILDEST BÊN BERDAN’
 
DFG’ê diyar kir ku kevneşopiya Çapemeniya Azad a ku zêdetirî 30 salan e di bin pêşengtiya rojnamegerên kurd de li hemberî tu astengiyekê ranewestiyaye, bêdeng nemaye û gavek bi paş ve neavêtiye û ev tişt gotin: “Di zextên ji sala 2022’yan ve zêde bûne de nêzî 40 rojnamevan hatin girtin, darizandin lê dest ji karê xwe bernedan. Di operasyona dawî de jî dê rewşeke ku were guhertin nebe. Rojnamevanên kurd dê ya ku neyê dîtin bidin nîşandan û ya nayê bihîstin bidin bihîstin. Em careke din dibêjin ku hempîşeyên me yên hatine girtin rojnamevan in û divê demildest bên berdan. Her wiha em bang li hemû rêxistinên pîşeyî û raya giştî dikin ku ji bo parastina mafê agahîgirtinê û rojnamevaniyê bi hev re têbikoşin. Rojnamevanî ne sûc e, nikare were darizandin.” 
 
MKG: BILA ROJNAMEVANÊN HATIN GIRTIN DEMILDEST BÊN BERDAN
 
Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG), jî derbarê girtina rojnamegeran de daxuyanî da.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Rojnameger Esra Solîn Dal, Mehmet Aslan û Erdogan Alayumat, di 23'yê Nîsanê de di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Stenbolê de hatibûn binçavkirin, ji ber xebatên rojnamegeriyê duh hatin girtin. Em dixwazin diyar bikin ku ev pêkanînên li hemberî rojnamegerên jin û kedkarên çapemeniyê, kevirên bingehîn ên azadiya ramanê dihejîne.
 
Rojnamegerî erkek giştî ye û rojnamevan jî mafê civakê yê agahdarkirinê diparêze. Girtina hevalên me yên rojnameger Esra, Mehmet û Erdogan delîla herî berbiçav e ku zextên li ser Çapemeniya Azad nîşan dide. Divê girtina hevrêyên me weke êrişa li dijî azadiya çapemeniyê bê nirxandin. Em dixwazin hemû rojnamegerên girtî tevî 3 rojnamegerên ku duh hatin girtin demildest bên berdan.
 
Her wiha em bang li saziyên çapemeniyê yên neteweyî û navneteweyî, parêzvanên mafên mirovan û rêxistinên demokratîk dikin ku li dijî vê neheqiyê dengê xwe bilind bikin û piştgiriyê bidin Çapemeniya Azad. Bi girtinan hewl tê dayin ku rojnameger li pey rastiyê nebin. Em jî weke Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG) em ê ji bo azadiya çapemeniyê li cem hevrêyên xwe bin û têkoşîna xwe bidomînin.
 
Rojnamegerî ne sûc e!"