Dîmenên wesayîta ku polîsan gulebaran kiribû derketin holê

  • rojane
  • 11:41 22 Cotmeh 2021
  • |
img

MÊRDÎN - Dîmenên gulebarankirina wesayîta welatiyên ku polîsan li wan da derketin holê. 

Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê li nokteya kontrolê ya polîsan şeva 5’ê tebaxê polîsan texsiya Serokê Sîteya Galerîvanên Qoserê Tarik Bîrleşîk rawestandibû û gulebaran kiribûn. Dîmenên gulebarankirina wesayîtê û lêdana welatiyan derketin holê. Sê kes jê zarok 6 kes di wesayîtê de bûn. Ewilî polîs wê radewestînin û lêgerînê pêk tînin û piştî ku wesayît hereket dike polîsên tîmên taybet gulebaran dikin. Pişt re dîsa polîs diçin ber wesayîtê û vê carê li welatiyan didin. 8 gule li wesayîtê ketibûn û lê bêyî tiştek ji welatiyan bibe ji êrişê rizgar dibin.
 
Tarik Bîrleşîk û birayê xwe Ramazan Bîrleşîk bi îdiaya “li dijî polîsan derketine” tên binçavkirin û derbarê wan de lêpirsîn hatibû destpêkirin. 
 
Lêpirsîna derbarê bûyerê de didome û dîmenên gulebarankirinê ku ji aliyê kameraya ewlehiya nokteya polîsan ve hatine tomarkirin derketin holê. Ajansa me xwe gihand van dîmenan. Polîs heqaret û lêdanek giran li welatiyan didin. 
 
MA / Ahmet Kanbal