Deynê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê diyar bû

  • rojane
  • 13:27 26 Nîsan 2024
  • |
img
AMED - Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun deynê qeyûm li pey xwe hiştî eşkere kirin. Hevşaredaran dan zanîn ku deynê giştî û yê DÎSKÎ’yê ya girêdayî şaredariyê bi giştî 3 milyar û 345 milyon TL ye û xebatên wan ên ji bo tespîtkirina deynan didomin. 
 
Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Serra Bucak û Dogan Hatun, li Sumer Parkê bi rojnamegerên re hatin gel hev. 
 
Hevşaredar Serra Bucak di bernameyê de axivî û got ku hejmartina envanteran û neguhêzbaran didome. Bucak, da zanîn ku xebatên wan ên têkildarî pêvajoya hiqûqî didomin û wiha domand: “Di pêvajoya 8 salan a qeyûm de avahiya xizmetê ya şaredariya me û hemû xebatên me di serî de çapemenî, ji hemû dînamîkan re girtî bû. Em ê vê rewşê biguherînin. Em ê hemû deriyên şaredariyê di serî de çapemenî, li her kesî vekin.” Bucak, diyar kir ku dê li gel konseyên bajar û meclisên şêwirê yên bajar li hemû qadan bi hev re xebatan bimeşînin. 
 
DEYNÊ GIŞTÎ Û YÊ DÎSKÎ’YÊ: 3 MILYAR Û 345 MILYON 
 
Bucak, da zanîn ku deynê qeyûm li pey xwe hiştî û yê ku wan tespît kirî 2 milyar û 438 milyon TL ye. Bucak, got ku deynê îhaleya wê hatiye kirin û li yekîneyên muhasebeyê qeydkirî jî 3 milyar û 640 milyon TL ye. Bucak, diyar kir ku reqemên behsa xeberê, kirariyên berdewam in. Bucak, got ku li 4 daîreyan îhale hatine kirin û ev hêj li muhasebeyê nehatine qeydkirin û xebatên wan ên têkildarî vê mijarê didomin. 
 
Bucak, diyar kir ku deynê Midûriyeta Giştî ya Îdareya Av û Kanalîzasyonê (DÎSKÎ) 907 milyon TL ye û axaftina xwe wiha domand: “Di navbera 31’ê adarê û 8’ê nîsanê de 411 milyon TL hatin xerckirin. Piştî hilbijartinên 31’ê Adarê, bi awayekî derhiqûqî 411 milyon TL pere hatiye dayîn. Budçeya diyar a Serokatiya Daîreya Weşan û Têkiliyên bi Gel re 75 milyon û 126 hezar TL ye. Lê vê daîreyê ji 25’ê adarê ve ji bûdçeyê 46 milyon û 64 hezar TL pere xerc kiriye. Ev yek ji sedî 61.32’ê bûdçeyê ye. Ev bû du hefte me mazbata wergirtine lê van ewqas ji bûdçeya çapemenî weşanê xerc kirine. Dayîna hinek deynan jî ji bo piştî hilbijartinê hatine hiştin.” 
 
44 NEGUHÊZBAR HATINE TEHSÎSKIRIN
 
Hevşaredar Dogan Hatun jî têkildarî hinek neguhêzbaran agahî dan. Hatun, diyar kir ku qeyûm 44 neguhêzbar dewrî miftîtiyê, Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajar, Midûriyeta Ciwan û Sporê, Midûriyeta Çand û Turîzmê ya Bajar û Qeymeqamtiya Çinarê kiriye. Hatun, da zanîn ku 13 neguhêzbar hatine firotin û wiha pê de çû: “Li Peyasê 97 donimên erdê weke qada vîllayan hatiye firotin. Xebatên ji bo tespîtkirina dahatan didomin. 15 neguhêzbar jî bi protokolê hatine dewrkirin.” 
 
JI BO HILBIJARTINÊ 3 ROJ MABÛN KU 12 NEGUHÊZBAR HATIN DEWRKIRIN
 
Hatun, daxuyand ku ji 15 neguhêzbaran 12 jê di 28’ê adarê de bi protokolê hatine dewrkirin û wiha domand: “Têkildarî hemû neguhêzbaran, parêzerên me biryarên meclisê vedikolin. Dê kirariyên îdarî û hiqûqî dest pê bikin. Armanca me ew e ku hemû neguhêzbaran ji bo careke din ji xizmeta gel re bên bikaranîn birêve bibin. Di heman demê de bûdçeya şaredariyê ya 2024’an jî 12 milyar TL ye.” 
 
70 OTOBUS XERABE NE
 
Hevşaredar Bucak piştre pirsên rojnamegeran bersivand. Bucak, anî ziman ku li beşa agirkujiyê tu wesayîtên bixebitin nehatine hiştin û dereskeyên bigihijin qatên jor ên avahiyên bilind jî tune ne. 
 
Têkildarî pirsekî derheqê veguhestinê de Bucak wiha got: “70 otobûsên me xerabe ne. Gelek otobûsên me jî hîbeyî cihên cuda hatine kirin. Hema hema tu klîmayên me naxebitin.” 
 
Hatun jî ji bo pirsa “Gelo hûn ê ji bo bernameya Platforma Hezkiriyên Pêxember wesayîtan bidin an na?” jî Hatun wiha bersiv da: “Têkildarî wesayîtan pirsgirêk heye. 70 wesayîtên me xerabe ne. Mimkin nîne mirov vê daxwazê pêk bîne. Li navenda bajar ku derê bixwazin em dikarin wesayîtan bidin. Di rewşa heyî de dê me bikariya vê mijarê çareser bikin. Cihên ajokarên otobûsan jî guherî ye. 200 ajokar li yekîneyên cuda hatine peywirdarkirin. Me gotibû ku dema me şaredarî bi dest xist dê xizmeteke wekhev bikin. Rewşekî weke li ser çapemeniyê tê belavkirin tune ye.” 
 
BERSIVA DOSSİ DOSSİ
 
Hatun, ji bo konsera Dossi Dossi dixwaze organîze bike jî wiha bersiv da: “Protokoleke beriya erdheja 2023’yan heye. Di vê dîrokê de şaredariyê jê re gotiye ‘guncav e.’ Bûdçeya ji me dihat xwestin zêde bû. Di vê krîza aboriyê de nabe ku pereyê gel ji bo wan tiştan were xerckirin. Serokatiya me ya çandê pêkhateyeke tiştekî wiha nîne.” 
 

Sernavên din

14:02 Bi pitika xwe ya 11 mehî re li qereqolê tê ragirtin
13:58 Meclisa Jinan a DBP’ê: Em ê siyaseta jiyanê û aştiyê bidomînin
13:56 Li ber şaredariyê banga îstîfayê li Begît kirin
13:33 Temellî geşedanên di rojevê de dinirxîne
12:50 DFG-MKG:Rojnamegerî ne sûc e
12:49 Gezmîş, Aslan û Înan tên bibîranîn
12:36 Danişîna doza Weqfa Hîranûrê hat taloqkirin
12:20 Hejmara kesên li Brezîlyayê di lehiyê de jiyana xwe ji dest dayîn bû 78
12:11 Dema binçavkirina derhêner Kesîk cara sêyemîn hate dirêjkirin
12:04 Dê parlamenter li Licikê lêkolînê bikin
12:01 Barzanî bi rojeva ‘hilbijartinê’ çû Îranê
11:19 DEM Partî: Meşaleya di 68’an de hatiye vêxistin rêya azadiyê ronî dike
10:58 Li Samsunê jinek hate qetilkirin
10:12 Îsraîl amadehiya operasyonê dike: Refah tê valakirin
09:56 Berdevka TOP’ê: Hewl tê dayîn ku sosyalîst bên krîmînalîzekirin
09:55 Gava ewil a komployê: Êrişa bombeyî ya li dijî Abdullah Ocalan
09:11 Malbata xwe qetil kir û piştre jî întîhar kir
09:10 Ji rojnamegerê PDK’ê revandî 195 roj in agahî nayên girtin
09:09 Çalakiya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan berdewam dike
09:06 Hevserokê PADÊ Hecî: Li dijî tifaqên qirêj Şengal xwedî helwest e
09:05 Eren Keskîn: Em di pêvajoyeke ku her cure rexne qedexene de derbas dibin
09:04 Li parêzer doza ‘te çima parêzerî kir’ hate vekirin
09:00 ROJEVA 6'Ê GULANA 2024'AN
08:12 Li Amedê serdegirtinên malan: Rojnamevan hatin binçavkirin
07:40 Xwebûn bi manşeta “Hiqûqa dijminantiyê” derket
05/05/2024
23:40 Li Wanê bi pileya 3.9 erdhej çêbû
22:55 Di êrişa li dijî Minbicê de zarokek birîndar bû
22:47 Tora Çand û Hunera Kurdî 6 fîlm nîşan dan
21:45 Bertek nîşanî binçavkirin û girtinên 1’ê Gulanê dan: Bi tena serê xwe xelasî nîne
21:05 Pisporan ji bo erdheja gengaz a li Çewligê hişyar kirin
19:43 Lawê midûrê polîsan di şaredariyê de bi rêk û pêk meaş digire!
19:19 Li Kenya û Brezîlyayê lehî rabû: 294 kesan jiyana xwe ji dest da
18:58 Dîroka Festîvala Mûnzûrê diyar bû
18:48 Li Serokê Cemxaneya Duzgun Baba ceza hate birîn: Çavtirsandina elewiyan e
17:52 Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 94’emîn de ye
17:42 Li Mereşê cînayeta kar
16:22 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê tev li pîrozbahiya Paskalyayê bûn
15:57 Li Amedê Cejna Paskalyayê hat pîrozkirin
15:39 Denîz Gezmîş û hevalên wî li Mêrsînê hatin bibîranîn
15:30 Şaredariyên DEM Partiyê ji bo Cizîrê seferber bûn
15:30 Ji bo bîranîna Kenan Mak dê pêşbirka helbest û çîrokan bê lidarxistin
14:37 Dewleta tirk û komên paramîlîter êrişî Minbicê dikin
13:37 Li Hesekê teqîn
12:56 Li gelek bajaran Cejna Paskalyayê hat pîrozkirin
12:55 DEM Partî: Girtiyên 1’ê Gulanê berdin
11:49 Bakirhan û Hatîmogûllari çûn serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê
11:15 Li Stenbolê bi ser malan de hate girtin
11:14 Li 6 bajaran dê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ bên destpêkirin
10:55 Gundên Şêrawa û Şehbayê hatin topbarankirin
10:20 Rejîma Îranê hunermend Hamza Cehferî binçav kir
10:05 Şaredariya Artukluyê li xebatkarên xwe yên ‘winda’ digere!
09:29 Hejmara 62’yan a Kovara Jînê derket
09:21 Weşanxaneyên kurd di dorpêça krîza aborî û qedexeyan de ne
09:17 Mehmet Ocalan: Ger tecrîd tune be, çima em nikarin hevdîtinê bikin?
09:15 'Berê xebera mirinê ji girtîgehan bê divê em berpirsiyariyê hilgirin'
09:06 Çalakiya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan berdewam dike
09:05 Ji rojnamegerê PDK’ê revandî 194 roj in agahî nayên girtin
09:04 Nîqaşên ji bo mufredata nû: Perwerdehiay bi zimanê zikmakî divê
09:03 Piştî DEM Partî bi se rket, wezaretê doza wesayîta xwe ya çopê kir
09:01 Bolunmezê AKP'î bîrên avê yên gundiyan teqand: Mehek e gundî bê av in
09:00 ROJEVA 5’Ê GULANA 2024’AN
08:51 Meteorolojiyê ji bo 18 bajaran bi koda zer hişyarî kir
08:17 Ji binçavkiriyên Stenbolê 38 jê hatin girtin
04/05/2024
23:19 Di meha Nîsanê de 32 jin hatine qetilkirin
22:07 Banga hevrûbûyîna bi Komkujiya Dêrsimê re
20:51 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 93'yan de ye
18:22 Bayindır: Wekî Seyîd Riza û hevrêyên wî gelê Dêrsimê jî li ber xwe dide
17:08 Amedspor bû şampiyon
16:53 Berdana Nûrettîn Çelebî yê 30 sal in girtî ye hate astenkirin
16:45 Kemal Zengîn piştî 30 salan hate berdan
16:35 Ji Edeneyê bang kirin: Ji Seda, Sîbel û Solînê re azadî
16:32 Li Cizîrê tax û kolan di bin avê de man
16:17 Li Edeneyê 2 kes hatin girtin
16:06 Aktîvîstên mafên mirovan: Guvel û Odabaş bila bên berdan
15:49 Li 2 bajaran bangawaziya ‘binçavkiriyan berdin’
15:14 Li 4 bajaran aqûbeta windayan pirsîn
15:01 Maça Amedspor û Menemenê dest pê kir
14:57 Meclisa Jinan a Egîtîm Senê: Em mufredata zayendperest red dikin
14:41 Li Cizîrê 3 kes hatin girtin
14:36 Di bîranîna Komkujiya Dêrsimê de banga ‘hevrûbûnê’
14:29 ÎHD: Bi Komkujiya Dêrsimê re hevrû bin
13:54 Parêzeran bersiva wezareta got ‘tecrîd nîne’ da: Li Îmraliyê hemû maf tên binpêkirin
13:52 Dayikên Şemiyê aqûbeta Yaman ê ev 32 sal in winda ye pirsîn
13:23 Rojnameger Dal ev 9 roj in di hucreyê de tê ragirtin
12:50 Woman Press Freedom: Di girtîgehê de 92 rojnamegerên jin hene
11:42 Hêzên Îranê kolberek bi giranî birîndar kirin
11:02 Kurê Qureshiya hatiye qetilkirin hate girtin
11:01 Li komeke cigareyê zam hate kirin
09:56 Pîroglû: Divê darbeya li AKP’ê hatiye xistin, bi îstîfaya Erdogan dawî bibe
09:48 Di êrişa DAIŞ’ê de 17 leşkerên Şamê hatin kuştin
09:46 Parêzerê Hatîce Yildizê: Divê demildest emeliyat bibe
09:18 Gef li girtiyên hatin îşkencekirin hat xwarin
09:16 'Tecrîd tenê ne meseleya kurdan e'
09:14 Li Hênê cîsmek teqiya: Ciwanekî jiyana xwe ji dest da
09:13 Ji rojnameger Silêman Ehmed 193 roj in tu agahî nayên girtin
09:12 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 160'an de didome
09:03 Çalakiya madenê di roja 13'an de ye
09:03 Gergerlîoglû: Rojnameger ji ber desthilatê rexne dikin hedef tên girtin
09:03 Berwarî: Çawa Sedam têk çû wê Erdogan jî wiha têk biçe
09:00 ROJEVA 4'Ê GULANA 2024'AN