Eskerên ku li gundiyan dan: Dest ji doza xwe berdin

  • rojane
  • 15:27 19 Cotmeh 2021
  • |
img
COLEMÊRG - Hat hînbûn welatiyên ku dema li heywanên xwe geriyabûn, eskeran gule li wan reşandibûn û li wan dabûn, ji bo ku dest ji giliyên xwe berdin wan vexwendine qereqolê.
 
Eskeran di 5’ê tîrmehê de li mezraya Kutus a gundê Marûnisê ya bi ser navenda Colemêrgê ve gule li Hamît Kaya, Kemal Kûrt û Mehmet Dûman ên li pêzê xwe yên winda bûbûn geriyabûn reşandibûn. Gundiyên ku eskeran li wan xistibûn, ji wan re xeber gotibûn û heqaret li wan kiribûn pişt re hatibûn berdan. Dûre welatiyan ji bo eskerên gule li wan reşandibûn û li wan xistibûn werin cezakirin daxwazname dabûn Walitiya Colemêrgê. Lê ligel ku 107 roj di ser bûyerê re derbas bûne jî hêj bersiva daxwaznameyê nehatiye dayîn. Ji 3 welatiyên ku Qereqola Dizê gazî wan kirin, xwest ku daxwaznameyên xwe paşve bikişînin.
 
‘ME HER TIM VEDIXWÎNIN QEREQOLÊ’
 
Yek ji welatiyan Vahît Kaya da zanîn ku eskerên li Qereqola Dizê li wî geriyane, gelek caran israr kirine ku dest ji giliyê xwe berdin û wiha got: “Dema em çûn cem fermandarê qereqolê got 'Dest ji doza xwe berdin, em ê tu dozan li we venekin.’ Ji ber vê yekê me jî ji fermandar re got em naxwazin yên ku li me dane bê ceza bimînin. Em ê ti carî dest ji doza xwe bernedin, em ê heta dawiyê li pey doza xwe bin. Em niha ji qereqolê tên. Israr dikin ku em giliyên xwe vekişînin. Bila hemû rayedar şopdarên bûyerê bin. Em naxwazin ev mijar wisa were girtin.”