Meşa ciwanên Kurd a li Atînayê didome
Li paytexta Yewnanistan Atînayê, meşa bi pêşengiya tevgerên ciwanên Kurd a li dijî komploya 9'ê Cotmehê hatiye lidarxistin, di roja duyemîn de berdewam dike.
Li paytexta Yewnanistan Atînayê, meşa bi pêşengiya tevgerên ciwanên Kurd a li dijî komploya 9'ê Cotmehê hatiye lidarxistin, di roja duyemîn de berdewam dike.
Ciwanên enternasyonalîst ku ji Ewropayê hatine, çûn serdana Komeleya Rojnamevanên Jin ên Mezopotamyayê.
STENBOL - Li Çekmekoyê Meclisa Ciwanên Partiya Çepên Kesk û Ciwanên Welatparêz bi meşeke meşaleyan, komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, şermezar kirin.
Tûrnûvaya futbolê ya ku ji aliyê ciwanan ve li dijî polîtîkayên şerê taybet hatiye destpêkirin berdewam dike. Endamê Meclîsa Ciwanan ê Partiya Çepên Kesk Delîl Urek têkildarî tûrnûvayê de wiha got: “Armanc ew e ku ciwanan ji pergala qirêj dûr bikin û nehêlin ku ev qirêjiye bikeve nav civaka me.”
Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk di çalakiya geştê de bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê, diyar kir ku tecrîd parçeyeke şerê taybet û wiha got: “Ev têkoşîn bi ciwantî dest pê kir û dê bi ciwantî bi ser keve.”
Endamê YK’ê yê Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk a Stenbolê Omer Gorunmek bi şertê kontrola edlî hate berdan.
Îro danê sibehê polîsan avêt ser mala Endamê Lijneya Rêveber a Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk a Stenbolê Omer Gorunmek. Gorunmek hat binçavkirin.
Li navçeya Rêya Armûşê 2 ciwan hatin binçavkirin.
Kampanyaya “Li dijî tiryakê bibe barîkat” a koma alîgirên Amedsporê dabû destpêkirin veguhestin Çûkûrovayê.
Tûrnûvaya ciwanan a “Li dijî şerê taybet têkoşîneke bi heybet" bi eleqeyeke mezin didome.
Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk a Rihayê di çerçoveya kampayaya, "Li dijî şerê taybet têkoşîneke bi heybet" dê di 7'ê îlonê de li Rihayê bi tevlibûna hunermend Kadîr Çat û parlamenteran konserekê li dar bixe.
Encamnameya konferansa “Ji bo Rêberiyê Azadî” ya ciwanên kurd û enternasyonalîst hate weşandin. Di encamnameyê de hat destnîşankirin ku her geşedaneke têkildarî Abdullah Ocalan dê rojeva sereke ya xebatên ciwanan be.
Endamê Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk Dogukan Yenî destnîşan kir ku ew ji hêla kesên xwe weke polîs dane nasîn, hatiye revandin û got: “Ji ber têkoşîna me ya li dijî şerê taybet, me dikin hedef. Nikarin bi zextan me bitirsînin.”
Endamê Komîteya Amadekar a Rêwîtiya Azadiyê Azad Erîş ji bo beşdariya li meşa û konferansên ku dê di navbera 2-3'yê îlonê de li Ewropayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê lidarxistin bang kir û got ku ew jiyaneke bê Ocalan qebûl nakin.
Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk a Silopiyayê, dê di çarçoveya kampanyaya li dijî polîtîkayên şerê taybet tûrnûvaya fûtbolê li dar bixe. Roja dawî ya serlêdanan 3'yê Îlonê ye.