Ciwanê ku krîza dil derbas kir jiyana xwe ji dest da
- ciwan
- 16:02 17/4/2021
Li gundê Gelêmûs ê navçeya Qilêbanê ciwanê 20 salî yê krîza dil derbas kir, jiyana xwe ji dest da.
Li gundê Gelêmûs ê navçeya Qilêbanê ciwanê 20 salî yê krîza dil derbas kir, jiyana xwe ji dest da.
Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'a Edeneyê Selman Şen, anî ziman ku ev demeke tê şopandin, sîxurtî lê tê ferzkirin û gef lê tên xwarin. Şen, serî li ÎHD'ê da.
Meclîsa Ciwanan a HDP’ê rapora binpêkirinên mafan a sala 2020’an eşkere kir. Parlamentera HDP’ê Dersim Dag a ku raporê parve kir destnîşan kir ku ciwan li Tirkiyê di armanca polîtîkayên “şerê taybet” de ne û hikumet ji ber van polîtîkayan welat ber bi tariyê ve dibe.
Cîgirê Serokê Baskê Ciwanan ê AKP’ê yê Amedê Vedat Demîrtaş, li ser medya civakî bi wêneyên cebilxaneya çekan û kalaşnîkofê gef li amîralên teqawîd ên têkildarî Peymana Montroyê de danezan weşandibûn xwar.
Li navçeya Cizîrê kamyona çopê ya şaredariyê li 2 ciwanan xist.
Endamên rêxistinên ciwanan diyar kirin ku hewldana girtina HDP’ê êrişa li dijî muxalîfan hemû ye û ew ê bi ruhê têkoşîna yekgirtî ji êrişan re bêjin “rawest e.’
Parlamentera Mêrdînê Pero Dundar, di şahiya biharê ya ciwanên HDP’ê li dar xist de axivî û wiha got: “Li pişt êriş û doza girtin ên li dijî partiya me AKP û MHP heye.”
Hat îdiakirin ku li navçeya Hewagê ciwanê bi navê Alî Mûrat bi çekê xwe kuştî ye.
Li gundê Deyrgûzê yê Şemrexê jinên ku xalîçe û tûrikan çêdikin, ji bo ev kelepûr winda nebe nîşanî ciwanan didin.
Hat diyarkirin ku polîsan duh endamê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Çekdar Aksûcû li erebeya polîsan siwar kirine û sîxûrtî lê ferz kirine. Ciwanên HDP’î bertek nîşanî vê sepanê dan.
Li gundê Golyazi ya Konyayê, 11 ciwanên xwestin Newrozê pîroz bikin hatin binçavkirin.
Ciwanên ku ji bo "nifşeke lêkolîner û xwende" li navçeya Başanê pirtûkxaneyek ava kirin gotin: "Armanc, nifşeke pirsker derkeve holê."
Li bajarên Dihok, Zaxo û bi taybet jî Şêladizê ciwan ji ber girtin, binçavkirin û zextên PDK’ê welat terk dikin û berê xwe didin welatên Ewropayê. Hat diyar kirin ku tenê li Şeladizê heta niha 45 ciwan ketine ser rêyên koçberiyê.
Rêxistinên ciwanan bertek nîşanî binçavkirinên di demên dawî de zêde bûn dan û diyar kirin ku tevî hemû zextan jî, ew ê têkoşîna xwe dewam bikin.