Ciwanên DEM Partiyê ji bo piştgiriya greva birçîbûnê meşiyan

  • ciwan
  • 23:23 17 Kanûn 2023
  • |
img

RIHA - Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê, ji bo balê bikişînin ser çalakiya greva birçîbûnê û hedef girtina yek ji mezinên kurdan Şêx Seîd meşek lidarxistin. 

 
Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo balê bikişînin ser çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan di 27’ê mijdarê de daye destpêkirin û hedef girtina yek ji mezinên kurdan Şêx Seîd meşek lidarxistin. Ciwanan di meşa li Bûlvara Ataturk a girêdayî navçeya navendî ya Halîliye ya Rihayê pêk anîn de dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Şêx Seîd rûmeta me ye” berz kirin.