Ciwanên DEM Partiyê ji bo piştgiriya greva birçîbûnê meşiyan 2023-12-17 23:23:10 RIHA - Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê, ji bo balê bikişînin ser çalakiya greva birçîbûnê û hedef girtina yek ji mezinên kurdan Şêx Seîd meşek lidarxistin.    Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo balê bikişînin ser çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan di 27’ê mijdarê de daye destpêkirin û hedef girtina yek ji mezinên kurdan Şêx Seîd meşek lidarxistin. Ciwanan di meşa li Bûlvara Ataturk a girêdayî navçeya navendî ya Halîliye ya Rihayê pêk anîn de dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Şêx Seîd rûmeta me ye” berz kirin.