Ciwan ji bo Jîna Amîniyê meşiyan

  • ciwan
  • 19:12 23 Îlon 2022
  • |
img
RIHA - Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ya Rihayê ji bo Jîna Mahsa Amîniyê ku ji aliyê rejîma Îranê ve hatibû qetilkirin, meşek li dar xist û got: "Em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku bibin perçeyek ji serîhildan û berxwedana Rojhilatê." 
 
Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê, ji bo Jîna Mahsa Amîniyê ku ji aliyê rejîma Îranê ve hatibû qetilkirin, meşek li dar xist. Ciwanan pankarta ku li ser alaya ji porên jinan hatiye çêkirin û wêneyên Amîniyê û jinên berxwedêr hilgirtin. Ciwanan li semta Bahçelîevlerê ya navçeya navendî Halîliye ya Rihayê meş li dar xist. Di meşê de dirûşmeyên "Jin jiyan azadî" û "Bijî berwedana Rojhilat" berz kirin. 
 
Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ya Rihayê li ser hesabê xwe yê medyaya sanal wiha ragihand: "Me endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê li dijî qetilkirina Jîna Mahsa Amîniyê ku ji aliyê rejîma faşîst a Îranê ve hat qetilkirin, li Rihayê meşek li dar xist. Em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku bibin perçeyek ji serîhildan û berxwedana Rojhilatê."