Ciwan ji bo Jîna Amîniyê meşiyan 2022-09-23 19:12:18   RIHA - Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ya Rihayê ji bo Jîna Mahsa Amîniyê ku ji aliyê rejîma Îranê ve hatibû qetilkirin, meşek li dar xist û got: "Em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku bibin perçeyek ji serîhildan û berxwedana Rojhilatê."    Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê, ji bo Jîna Mahsa Amîniyê ku ji aliyê rejîma Îranê ve hatibû qetilkirin, meşek li dar xist. Ciwanan pankarta ku li ser alaya ji porên jinan hatiye çêkirin û wêneyên Amîniyê û jinên berxwedêr hilgirtin. Ciwanan li semta Bahçelîevlerê ya navçeya navendî Halîliye ya Rihayê meş li dar xist. Di meşê de dirûşmeyên "Jin jiyan azadî" û "Bijî berwedana Rojhilat" berz kirin.    Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ya Rihayê li ser hesabê xwe yê medyaya sanal wiha ragihand: "Me endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê li dijî qetilkirina Jîna Mahsa Amîniyê ku ji aliyê rejîma faşîst a Îranê ve hat qetilkirin, li Rihayê meşek li dar xist. Em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku bibin perçeyek ji serîhildan û berxwedana Rojhilatê."