Ciwanan li Amedê bi govendê dest bi rojê kirin

  • ciwan
  • 10:42 26 Kanûn 2021
  • |
img
AMED - Ciwanan ku ji bo kongreya Meclisa Ciwanan a HDP'ê ji çar aliyan ve hatine Amedê, biş gerandina govendê dest bi rojê kirin. 
 
Meclisa Ciwanan a HDP'ê, wê bi şîara "Niha Dema Ciwanan e" 3'yemîn Kongreya xwe ya Asayî li Eywana Dewetê ya Kaplan Cityê ya li navçeya Peyasê ya Amedê li dar bixe. Beriya kongreyê ji çar aliyan ve bi hezaran ciwanan berê xwe da Amedê. Beriya ku kongre dest pê bike ciwanan li ber deriyê eywana ku dê kongre lê bê lidarxistin govend gerandin. 
 
Ji bo ku bikevin eywanê ciwan di kontrola polisan de derbas dibin. Bi hinceta ku li eywanê lêgerîn tê kirin polisan ciwanan dereng girtin eywanê. 
 
Ciwanên ku li ber derê eywanê govend gerandin dûrişmeyên "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin", “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî berxwedana ciwanan” berz kirin. Piştî ku lêgerîn bi dawî bûn ciwan derbasî eywanê bûn û govenda xwe li vir domandin. 
 
Tê payîn ku Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar û Endama Meclisa Ciwanan a HDP'ê Esengul Kiliç di kongreyê de axaftin bikin.