Ciwanên HDP’ê amadekariya kongreyê dikin: Em ê modela jiyana nû pêşkeş bikin

  • ciwan
  • 11:38 22 Kanûn 2021
  • |
img
AMED - Endamê Meclîsa Ciwanên HDP’ê Husamettîn Tanrikûlû bi lêv kir ku ciwan hêza motorê ya civakê ye û wiha got: “Em dixwazin bi feraseta siyaseta demokratîk û civaka demokratîk, modela jiyaneke nû pêşkeş bikin.”
 
Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) xwe amade dikin ku bi 3’yemîn Kongreya xwe ya Asayî bikevin serdema nû. Di kongreya ku weke amadekariya serdema nû digirin dest de wê li dijî pirsgirêkên civakî yên weke binçavkirin, girtin, fihûş, sîxûrkirin, qeyrana aborî rê û rêbaz were diyarkirin. Te payîn ku wê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, gelek parlementerên herêmê û nûnerên saziyên sivîl ên civakî beşdarî kongreyê bibin. Ciwan ji bo kongreya ku dê di 26’ê Kanûnê de li Eywana Kaplan City ya navçeya Peyasa Amedê pêk bînin bê navber dixebitin. 
 
Endamê Meclîsa Ciwanên HDP’ê Husamettîn Tanrikûlû, derbarê xebatên kongreyê û armancên kongreyê de nirxandin kirin. 
 
‘CIWAN BER BI ÎNTÎHARÊ VE TÊN DEHF DAN’
 
Tanrikûlû, diyar kir ku di mijarên perwerde, tenduristî, aborî û gelek qadên din de qeyran hene, ev yek rê li ber bêkariya ciwanan vedike û wiha got: “Ciwanan dixwazin ji Tirkiyeyê û Kurdistanê biçin Ewropayê. Çareseriyê li wir dibînin. Ciwanên çareseriyê nebînin jî ber bi întîharê ve tên dehf dan. Di demekî nêzîk de gelek ciwanan ji ber çavkaniyên psîkolojîk întîhar kirin. Sedemê wê pirsgirêkên ji ber aboriyê yên psîkolojîk bûn. Ev sedemên derûnî qeyranên ku dewletê di warê aborî, perwerde û tenduristiyê de pêk anî ye û şertên jiyanî yên li civakê ferzkirine. Ji ber vê yekê ciwan întîhar dikin, kesên întîhar nekin jî ber bi tiryak û fihûşê ve tên dehf dan.”
 
HÊZA DÎNAMÎK A CIVAKÊ
 
Tanrikûlû, bi lêv kir ku li Tirkiyeyê pergaleke têk çûyî heye û wiha berdewam kir: “AKP û MHP dixwazin bi ferzkirina zextan a li ser civakê serdestiya xwe ava bikin. Zextan zêdetir li ciwanan dikin. Çima evqas li ser ciwanan disekinin û êriş dikin, ji ber ku ciwan hêza dînamîk a civakê ne. Ev êriş ne tenê ser me ciwanên HDP’ê bi ser hemû ciwanên li Kurdistan û Tirkiyeyê tên kirin. Vê yekê bi belavkirina pişaftin, tiryak û çanda populer dike.”
 
TÊKOŞÎN WÊ BIDOME
 
Tanrikûlû, destnîşan kir ku li dijî polîtîkayên tên meşandin têkoşîna xwe didomînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em van polîtîkayan û pergala heyî qebûl nakin. Ji destpêka xebatên me heta niha gelek hevalên me hatin binçavkirin, girtin, derb kirin, îşkence li wan hat kirin, sîxurtî ferz kirin û bi lêgerîna malbatan gef li wan xwarin. Dixwazin xebatên me asteng bikin û rêxistinkirina me bişikînin. Em ê li dijî vê yekê zêdetir bixebitin. Armanceke me ya kongreyê jî ev e.”
 
DIVÊ CIWAN XWE BI RÊXISTIN BIKIN
 
Tanrikûlû, destnîşan kir ku divê ciwan li dijî polîtîkayên desthilatê xwe bi rêxistin bikin û wiha pê de çû: “Em di hevpeyvînên di kolanan de dibînin jku herkes hikumetê vedixwîne îstîfayê. Em dixwazin bi feraseta siyaseta demokratîk û civaka demokratîk, modela jiyaneke nû pêşkeş bikin. Di demekê de ku hikûmet qels dibe û gel hikûmetê vedixwîne îstifayê de, em weke Meclîsa Ciwanan a HDP’ê armanc dikin ku bi gotina ‘Niha dema HDP’ê ye’ û ‘Niha dema ciwanan e’ pergala heyî bi vê kongreyê biguherînin.”
 
‘EM DIKARIN GUHERÎNIN Û VEGUHERÎNIN’
 
Tanrikûlû, diyar kir ku bi moral û kelecaneke mezin xebatên xwe didomînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bertekên gel ên di medya civakî de moral didin me. Xebatên me yên afîş,stîcker û belavokan hene. Em bi taybetî bangî ciwanan dikin. Kesên ku pergalê, hikumetê biguherînin û jiyana nû ava bikin ciwan in. Ji ber ku ciwan hêza motor a civakê û pêşenga wê ye. Em bang li ciwanên li Tirkiyeyê û Kurdistanê dikin. Hemû ciwanên ku li dijî qeyrana aboriyê têdikoşin, li dijî qeyrana aboriyê bêçare mane, pergala perwerdehiyê û polîtîkayên hikumetê qebûl nakin û gel vedixwînin kongreya xwe. Ji ber ku encax em dikarin pergalê biguherînin û veguherînin.”
 
MA / Ergîn Çaglar