Polisan xebatên Meclisa Ciwanan asteng kir

  • ciwan
  • 21:04 19 Îlon 2021
  • |
img
AMED - Meclisa Ciwanan a HDP'ê, di çarçoveya kampanya ku li dijî hişbir û fihûşê daye destpêkirin de xwest bi gel re bê gelhev lê polisan destûr neda.     
 
Polisan, destûr neda çalakiya ku Meclisa Ciwanan a Rêxistina HDP'ê ya Amedê, xwest di çarçoveya kampanya "Mibtelabûnê bişikînin û jiyana azad biafirînin" ku li dijî hişbir û fihûşê daye destpêkirin de li dar bixin. Polisan, ciwanên ku ji bo civîna agahdarkirina bikaranîna hişbirê û veguherîna bajarî li taxa Peyasê ya navçeya Peyasê ya Amedê li hev civiyan asteng kir. Polisan qad û qewexaneyên ku civîna gel lê bihata lidarxistin dorpêç kirin û astengkirin ku gel bê qada civînê. 
 
Polisan destûr neda ku endamê meclisê li qewexaneyan jî bigerin. 
.