Kesên beşdarî hevdîtinê bûn: Divê girtekên komîsyonê bên eşkerekirin

  • rojane
  • 10:35 17 Kanûn 2025
  • |
img

MÊRSÎN - Welatiyên beşdarî hevdîtin ku li Mersînê di çarçoveya "Civînên Aştî û Civaka Demokratîk" de hat lidarxistin bûn, diyar kirin ku Abdullah Ocalan muxatabê çareseriya pirsgirêka Kurd e û daxwaz kirin ku Komîsyona Meclisê girtekan eşkere bike. 

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Mêrsînê, di çarçoveya "Civînên Aştî û Civaka Demokratîk" de li saloneke dawetê ya li navçeya Toroslarê xwarina hevgirtinê da. Welatiyên beşdarî çalakiyê bûn peyama "Muxatabê gelê Kurd Rêbertî ye. Ger Rêbertî azad be, her tişt dê baş be" dan.
 
Mahmut Şefikoglu diyar kir ku ew piştgiriyê didin pêvajoya ku ji hêla Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin û got ku ew nêrînên Tayyip Erdogan û Devlet Bahçelî yên li ser pêvajoyê erênî dibînin, lê ji ber pêkanînên wan ên berê ew ji wan bawer nakin. Şefikoglû got: "Ji ber vê yekê, ez ji wan bawer nakim û divê em baldar bin. Berî her tiştî, divê girtî û hemû şaredar werin berdan. Divê tayînkirina qeyûman ji bo şaredariyan tavilê were bidawîkirin û hevşaredar vegerin ser karê xwe. Divê astengiyên li pêşiya zimanê Kurdî werin rakirin. Ger ev tişt çêbibin, ez dikarim baweriya xwe bi nêzîkatiya wan a li hember pêvajoyê bînim. Ev pêvajo ji hêla birêz Abdullah Ocalan ve tê birêvebirin. Bêyî axaftina bi wî re çareseriyeke rast pêş nakeve. Divê tiştên ku li Îmraliyê tên nîqaşkirin ji raya giştî re werin eşkerekirin."
 
‘MUXATABÊ GELÊ KURD RÊBERTÎ YE'
 
Yahya Dalmiş diyar kir ku divê partî û saziyên siyasî yên Kurd der barê pêvajoyê de pir baldar bin û got ku heta ku mafên bingehîn ên gelê Kurd bi destura bingehîn neyên garantîkirin, bawerî bi pêvajoyê çênabe be. Dalmiş got: "Ger naveroka hevdîtina bi birêz Ocalan re bihata eşkerekirin û nîqaşkirin, dê ji bo pêvajoyê çêtir bûya."
 
Aynur Seçmenê anî ziman ku divê dewlet ji bo misogerkirina aştî û biratiyê qanûnan derxîne û got: "Divê qanûn ji bo berdana girtiyan, vegera gerîlayan û naskirina nasnameya gelê Kurd werin çêkirin. Muxatabê gelê Kurd Rêbertî ye. Ger Rêbertî azad be, her tişt dê baş be. Dilê me şikestiye; bila dilên din neşkên, bila aştî hebe."
 
Îsmet Ozcan diyar kir ku gelê Kurd bi berxwedanê gihîştiye vê astê û dê bi berxwedanê aştiyê bîne Rojhilata Navînê û got: "Ne tenê gelê Kurd, hemû gelên Rojhilata Navînê dê ji aştiyê sûd wergirin. Ji bo ku aştî pêkan be, divê em wekî gel xwe birêxistin bikin û ji bo wê têbikoşin. Divê em saziyên xwe xurt bikin û baweriya xwe bi hev bînin. Dema ku ev çêbibe, dê hatina aştiyê hêsantir bibe. Birêz Abdullah Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd, lê ji bo hemû gelên cîhanê diaxive. Ne tenê gelê Kurd, di heman demê de gelên Tirk û Ereb jî dê ji vê civînê sûd wergirin. Ji ber ku birêz Abdullah Ocalan demê dixwîne, her gel dê ji vê yekê sûd wergire. Di paradîgmaya birêz Abdullah Ocalan de, ji bo hemû nasname û baweriyên cuda cîh heye."
 
Şehnaze Şîbanê jî diyar kir ku ew aştiyê dixwazin û êdî neheqiyên li ser gelê Kurd qebûl nakin û got: "Em ji bo pêvajoya aştiyê baweriya xwe bi wan naynin. Divê gelê Kurd ji vê yekê haydar be. Ji bo ku em baweriya xwe bi wan bînin, divê ew nasnameya me nas bikin. Divê ew zilm, girtin û kuştinên li ser Kurdan bi dawî bikin. Divê birêz Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî serbest bên berdan. Em baweriya xwe bi wan naynin, em baweriya xwe bi xwe tînin."
 
MA / Abdulkadîr Ayten - Mehmet Guleş

Sernavên din

12:10 Deklarasyona mitînga ‘Hêvî û azadî’ tê aşkerakirin ZINDÎ
11:44 Piştî 31 salên girtîgehê vegeriya bajarê xwe
11:30 Karkerê Kurd bi hinceta ‘ser siyasetê axiviye’ ji kar hat derxistin
11:07 Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dê li Stenbolê bên bibîranîn
10:58 Civaknasê Alman: Banga Abdullah Ocalan kêliyeke kêmpeyda ye ji bo hêviyê
10:35 Kesên beşdarî hevdîtinê bûn: Divê girtekên komîsyonê bên eşkerekirin
10:20 Platforma Şiyar Be! dê li Licê nûnertiyekê veke
10:18 Çîftyurek: Divê dewlet tiştekî bibêje ku pêvajo ji hêla hiqûqî ve pêş bikeve
09:46 'Bandoreke mezin a sînemayê li ser ziman û çandê heye’
09:44 8 sal di ser wêrankirina Goristana Xerzanê re derbas bûn
09:17 Dayikên Aştiyê: Bila daxwaza me ya ji bo çûyîna Îmraliyê bê qebûlkirin
09:13 Zarokên gel Nazim û Cîhan
09:08 'Tirkiyeya ku mafê hêviyê nasepîne divê ji Konseyê bê derxistin'
09:04 Almanya: Hêz û desthilat di destê şaredariyan de ne
09:03 Sala 2025'an banga statuya ji bo Kurdî bilind bû
09:00 ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2025'AN
16/12/2025
20:30 Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê êrişê HSD'ê kir
15:53 Ahmet Ozer serdana DEM Partiyê kir: Pêvajo dîrokî ye
15:52 Li Agiriyê civîna gel: Manînfesto, nexşerêya pêvajoyê ye
15:27 Bi girseyî serdana şîna Haci Başaran kirin
15:26 Berfîn Nûrhaq û Sema Roza li Îzmîrê hatin bibîranîn
15:13 ÎHD'ê ji bo hevgirtinê kart ji girtiyan re şand
15:12 ‘Bila parêzvana mafên mirovan Sûna Bîlgîn serbest bê berdan'
14:38 Bozan çû serdana girtiyê nexweş Alagaş: Tişta tê kirin îşkence ye
14:34 Rapora girtîgehê: Muayeneya bikelemçe, lêgerîna li hundirê dev, nedayîna dermanan, gef
14:17 Davutoglû: Divê verastkirinên qanûnî yên li Tirkiyeyê demildest bên kirin
Sancar: Tişta di rojeva me de qanûna aştiyê ye
14:13 Berhema xebata komunal Mala Gel a Ronahî hat vekirin
13:49 Tevdîra kontrola edlî ya 5 rojnamegeran hate rakirin
13:07 Dîroka hevdîtina Şandeya Îmraliyê û AKP’ê diyar bû
12:52 Dê mitînga 'Hêvî û azadiyê' bê lidarxistin'
11:57 Eyşe Şan dê bi çalakiyên curbicur bê bibîranîn
11:53 Li Stenbolê 12 kes hatin binçavkirin
11:03 Hesreta ji bo gorekê: Quncika Nazim û Cîhanê
10:51 Wekîlên DEM Partî û AKP’ê ji bo pirsgirêkên Wanê civiyan
10:42 Ji xelkê Aydinê bang: Budçeyê ji bo gel veqetînin
10:32 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Partiya Gelecekê dest pê kir
10:10 Li dijî GAÎN Medyayê operasyon: Rayedarên şîrketê hatin binçavkirin, qeyûm hat tayînkirin
10:04 Tirkiye bi guman nêzî kîjan xalên 'xweseriyê' dibe?
10:02 Li dijî talankirina xwezayê darên berûyê didanin
10:01 Ji meteorolojiyê hişyariya berf û baranê
09:41 Ji Aykol re name: Min ji cezayê hucreyê beraet kir lê nayêm berdan
09:15 Qesabxaneya 12 milyonî ya qeyûm hê jî neqediyaye
09:13 Zabitayên êrişê Karataş kiribûn bûn mexdûr Karataş jî bû gumanbar!
09:09 Welatiyên Agiriyê ji bo rêya bixeter daxwaza çêkirina rêyek alternatîf kirin
09:07 3'yemîn Mihrîcana Fîlman a Amedê bû navnîşana hevdîtinê
09:05 Di kenê Nazim de şoreş veşartî bû
09:00 Tehliyeya girtiyê nexweş Yildirim bi îdiaya axaftina 'rêxistinî' hat astengkirin
09:00 ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2025'AN
15/12/2025
20:10 Platforma Jinan a Rojava ji bo mexdûrên lehiyê banga alîkariya kir
18:24 Li Îranê 4 Kurd hatin binçavkirin
18:18 Li Erebistana Siûdî 340 kes hatin bidarvekirin
16:30 Tulay Hatîmogûllari: Pêwîst e verastkirinên qanûnî demildest bên kirin
16:16 Carek din xwîn dan rojnameger Aykol
15:53 Li Wanê civîna gel: Têkoşîna me dê bi azadiya Rêber Apo bi encam bibe
15:31 Berfîn Nûrhaq û Sema Roza li Mêrdîn û Amedê hatin bibîranîn
15:22 Polîsê Kazanhan qetilkirî ev 11 sal in nayê girtin!
14:48 Li ber Girtîgeha Amedê banga hevrûbûnê hat kirin
13:36 Ji Aykol re name: Di dinyaya me de herî zêde tu heyî
13:26 'Bêdengbûna çekan encam nîne, destpêk e: Armanc, aştiya pozîtîf e’
12:49 Li Hatayê bi pileya 4.2 erdhej çêbû
12:47 Şandeya Îmraliyê dê bi Davutoglû re hevdîtinê bike
12:43 Rapora BÎSAM’ê: Sînorê xizaniyê bû 94 hezar û 393 lîre
12:37 Hevdîtina Şandeya DEM Partiyê û Ozel hat taloqkirin
11:17 Îtîraza li dijî taloqkirina berdana rojnameger Kurt nehat qebûlkirin
10:46 Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dê bên bibîranîn
10:36 Hejmara kesên li Awûstralyayê di êrişa çekdarî de mirin derket 15’an
10:28 Kesên ji bo Nan û meşiyan: Ne ji bo şer ji bo aştiyê bixebitin
10:20 Dayikên Aştiyê: Divê Abdullah Ocalan di nav miletê xwe de be
10:08 Prof. Jorge Riechmann: Gavên Abdullah Ocalan rêyên nû yên aştiyê vekir
09:48 Daxwaza gel: Bila Bahçelî gotina xwe bicih bîne û Abdullah Ocalan azad bibe
09:27 Ji bo Serhedê hişyariya barîn û sermayê
09:07 Xwebûn bi manşeta ‘Licê de şero taybet’ derket
09:00 ROJEVA 15'Ê KANÛNA 2025'AN
14/12/2025
22:35 3'yemîn Festîvala Fîlman a Amedê bi xelatan bi dawî bû
16:48 Li Mûşê civîna gel: Em ê pêvajoyê bi ser bixin
16:38 Li qada şewitî 5 hezar darên berûyê hatin çandin
16:36 3’yemîn Mihrîcana Fîlman a Amedê bi pêşandana fîlman didome
15:50 Meşvanên ‘Nan û Aştiyê’ li Enqereyê ne: Budçeya ne ji bo şer, ji bo gel û kedkaran
15:49 Kesên di qedexeya derketina kolanan de hatibûn qetilkirin hatin bîranîn
15:16 'Komun û meclis biqasî nan û av pêwîst in’
14:57 Li Cizîr û Êlihê şîn bi girseyî hatin ziyaretkirin
14:43 Omer Ocalan: Rêber Apo dibêje ‘divê li her malê bi Kurdî bê axaftin’
14:26 Li Awûstralyayê êrişa çekdarî: Herî kêm 10 kes mirin
14:24 Girtî Rûkiye Fîdan ku ji malbata xwe 4 kes winda kir birin şînê
13:42 YE û HRW’ê ji bo Nêrgiz Mihemedî bang li Îranê kir
13:26 'Li dijî tiryak û fihûşê em ê bi hev re têbikoşin û bi hev re bi ser kevin’
12:15 Pervîn Buldan: Abdullah Ocalan di pêvajoya aştiyê de herî zêde ji jinan bawer e
11:51 'Em hewl didin bi Şamê re lihev bikin lê Tirkiye mudaxile dike’
11:41 Bayindir: Rapora AKP’ê ji ruhê pêvajoyê dûr e
11:05 Li Roboskê ciwanekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
10:14 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:01 Akademîsyena îtalî: Bi hêviyeke mezin piştgiriyê didim daxwaza aştiyê ya Kurdan
09:51 Ji xwendekaran komuna perwerdeyê ya Kurdî
09:08 Centellas: Demokrasî ji taxan dest pê dike
09:05 'Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ne li gorî ruhê pêvajoyê ne'
09:02 7 jin gihiştin hev û kooperatîfa ku li ber girtinê bû geş kirin
09:01 Tenê salê saetekê diçin gundên xwe yên 35 sal in qedexe ne
09:00 Gefa kuştinê li girtî Îshak Dayan hate xwarin
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2025'AN
13/12/2025
21:02 Festîvala Fîlman a Amedê di roja heftemîn de didome