Bilgen: Kawayê Hesinkar sembola çi ye? Êrîş neqebûlkirina kurdan e
- polîtîka
- 13:07 19/3/2018
Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen, bal kişand ser rûxandina peykerê Kawayê Hesinkar ê ji aliyê OSO û TSK'ê ve li Efrînê hat xerakirin û wiha got: "Ev nenaskirina kurdan e. Ger ku ne wisa be çi ji peykerê Kawayê Hesinkar dixwazin. Kawayê Hesinkar sembola çi ye? Ger ku hûn Kawayê Hesinkar wekî nûnerê PYD'ê nas dikin êdî tiştekî bê gotin tune ye."