Muharrem Înce Demîrtaş ziyaret kir
- polîtîka
- 14:44 09/5/2018
Namzetê Serokkomariyê yê CHP'ê Muharrem Înce, namzetê Serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê ziyaret kir.
Namzetê Serokkomariyê yê CHP'ê Muharrem Înce, namzetê Serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê ziyaret kir.
Hevserokên Malên Gel Dîlşat Aktaş û Nûrî Guney, bi daxuyaniyekê ragihandin ku dê di hilbijartina 24’ê Hezîranê de piştgiriyê bidin HDP’ê.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan got: “Her du îtifaq jî li dijî HDP’ê ava bûne. Xwestin bi vî awayî me di bin bendê de bihêlin. Lê em ê wan bendan bi hêza cewher a gelê xwe hilweşînin.”
Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyip Erdogan di kongreya Bajar a Stenbolê de manîfestoya hilbijartinê ya AKP'ê aşkere kir. Erdogan diyar kir hedefa wan a sereke dê hilberîna çekên helîkopter, ÎHA û SÎHA'yan zêde bikin. Siyasetmedarên sosyalîst û demokrat bertek nîşanî vê manifestoya hilbijartinê ya AKP'ê dan û diyar kirin ku ev “manifestoya şer" e û tu qîmeta wê di nava gel de tune ye.
Hevserokê HDP’a Amedê M. Şerîf Çamci, diyar kir ku ji niha ve 9 hezar xebatkarên wan ên hilbijartinê amade ne û ji gundan bigire heta kolanên bajaran dest bi ziyaretan kirine û OHAL nikare xebatên wan asteng bike. Çamci da zanîn ku dê gel di sindoqan de bersiva herî xurt bide bertîl, dek û dolabên AKP’ê û gelê kurd ji niha ve li dijî tifaqên ku HDP’ê naxwazin yekîtiya xwe ava kiriye.
Namzetê CHP’ê yê Serokomariyê Muharrem Înce, diyar kir ku dê namzetê HDP’ê yê Serokomariyê Selahattin Demirtaş roja çarşemê ziyaret bike.
Namzetê Serokomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş got: “Surprîza vê hilbijartinê HDP ye. Namzetê çep ez bi tenê me.” Demîrtaş ji bo tûra duyemîn bang li Înce, Akşener û Karamollaoglu kir ku wî destek bikin.
Partiya Keskan û Çepgiran, got ku, “HDP ji 7’ê Hezîranê zêdetir guheriye û bûye adresa veguherinê. Dibe ku Demîrtaş girtîbe, lê em ê di kolan û koçeyan de bibin rûyê biken û espri yê Demîrtaş.”
Namzetê CHP'ê yê Serokomariyê Muharrem Înce, daxuyanî da û diyar kir ku ew dê randevûyê ji namzetên serokomaran bistîne û biçe li girtîgehê Namzetê HDP’ê yê Serokomariyê Selahattin Demirtaş ziyaret bike.
Wezirê Karên Derve yê Tirkiye Mevlut Çavuşoglu, gef li DYA xwar û got "Ger ku DYA firotina F-35 ya ji bo Tirkiye betal bike nayê qebûl kirin. Çavuşoglu, da zanîn ku dê di di nava hefteyapêş de biçe Washingtonê ziyaret bike.
Nivîskar û siyasetmedarê kurt Tarik Zîya Ekîncî, beriya hilbijartina zordest geşedanên dawî nirxand û xwest hemû kesên ji xwe re dibêjin “demokratim” di nava HDP'ê de cih bigirin. Ekincî, anî ziman ku tevgera çalak a li dora HDP'ê bê avakirin dikare siberojê HDP'ê bike partiya sereke.
Parlamenterê CHP’ê yê Mêrsînê Aytug Atici diyar kir ku tifaqa AKP, MHP û BBP’ê ava kirin dê bi ser nekeve û got: “Bi taybetî divê Partiya Îyî li hember HDP’ê zimanek baldar bikar bîne. Partiya Îyî dibe ku bimîne tura duyemîn. Wê demê dikar bêje pêdiviya min bi dengê HDP’ê nîne?”
Parlamenterên HDP’ê ji bo namzetiya Serokomariya Selahattîn Demîrtaş serî li YSK’ê dan. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan daxuyanî da û got: “Birêz Demîrtaş îro tekane namzetê ku soza azadî, demokrasî û aştiyê dide civakên Tirkiyeyê ye. Divê di şert û mercên wekhev de vê pêvajoyê temam bike.”
Hin wekîlên CHP’ê, ji bo namzetê serokomariya HDP’ê Selahattîn Demîrtaş bê berdan bang kirin.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, duh li Amedê di civîna aşkerekirina namzetê serokomariyê de aşkere kir ku Selahattîn Demîrtaş namzetê partiyên kurd û gelên Tirkiyeyê ye. Pêkhateyên partiyên kurdan ên tev li hewldana îtîfaqa partiyên kurdan bûn jî, xwestin tifaqa hilbijartinê bibe tifaqa yekîtiya neteweya kurd.