‘Ocalan misogeriya îstikrara Tirkiyeyê ye'
- polîtîka
- 09:22 02/11/2018
Parlementera HDP'ê Nûran Îmîr, destnîşan kir ku divê dawî li tecrîdkirina Ocalan bê û got: "Ocalan, sîgortaya îstikrarê ya Tirkiyeyê ye."
Parlementera HDP'ê Nûran Îmîr, destnîşan kir ku divê dawî li tecrîdkirina Ocalan bê û got: "Ocalan, sîgortaya îstikrarê ya Tirkiyeyê ye."
Siyasetmedar Mahmût Alinak ku ji bo hevdîtinê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re çêke serî li serokomartiyê da, bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan û got: "Ji bo xwedî li Ocalan bê derketin, şexs mirovbe bes e."
Berdevkê HDP’ê Saruha Oluç bi munasebeta Roja Kobanê ya Cîhanê berxwedana Kobanê bi bîr xist û got: “Kobanê ji bo cîhan û mirovahiyê xwedî berxwedanek girîng e. Yên ku duh DAIŞ’ê têk birin, dê îro jî li dijî her cûre êrîşan li ber xwe bidin.”
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, bertek nîşanî binçavkirinên li Êlihê da û got: “Rihê berxwedanê tu carî neyê girtin.”
Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan, Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan ziyaret kir û got: “Têkoşîna demokrasiyê zor e, lê em ê teqez di têkoşîna xwe de biserkevin.”
Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya Pervîn Buldan diyar kir ku tekane rêya çareseriya krîza li welêt komara demokratîk e û got: “Em dibêjin komara demorkatîk û ji bo vê jî em têdikoşin.”
Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş, derbarê binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Bayburt, Înebolu û Bartinê tên jiyîn de daxwazname ji Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê re şand û xwest ji bo binpêkirinên mafan ên zêde yên li van girtîgehan tên jiyîn de tedbîr bên girtin.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî li Cizîrê di civîna gel de axivî û got: "Ev civak li aştiyê digere. Rêya aştiyê li Îmraliyê ye. Werin em bi hev re tecrîdê rakin.”
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan û got: “Ji bo krîz, alozî û serdema şer bi dawî bibe divê demildest tecrîda li Îmraliyê bê rakirin. Destpêkirina hevdîtina li gel Birêz Ocalan û diyaloga pê re ji bo siberoja Tirkiyeyê girîng e.”
Rojnameger û nivîskar Ali Bayramoglu, der barê îtîfaqa AKP-MHP'ê de anî ziman ku ev ji îtîfaqê wêdetir li dijî kurdan polîtikaya otorîteriyê ye. Bayramoglu, diyar kir ku sekna muxalefetê perçe perçe ye û wiha got: "Ger ku hêzên muxalefetê di hilbijartina herêmî de bibin yek û bi hevre kar bikin dê hevsengiya hemû siyasasetê bê guhertin û kurd dê dîsa vegerin herêma xwe.
“Konferansa Çareseriya Neteweya Demokratîk û Krîza Rojhilata Navîn” ku du rojan li Amedê pêk hat bi dawî bû. Siyasetmedaran piştî niqaşa 2 rojan encamnameya konferansê parve kirin. Di encamnameyê de diyar kirin ku ji bo li Rojhilata Navîn aştî û demokrasî pêş bikeve divê berî her tiştî şertên ku Ocalan azad xebatê bike bê avakirin û ji bo çareseriya pirsgireka kurd a mayinde Yekîtiya Neteweya Kurd teqez bê avakirin.
Parlamenterê HDP’ê yê Mêrsînê Ridvan Turan, çû serdana cotkarên ji ber bablîsuka rabû zirar dîtin.
Wekilê Serokê Kma HDP'ê û Parlamenterê Qersê Ayhan Bilgen, bal kişand ser siyasetmedarên li Qersê hatin binçavkirin û wiha got: "Sûcê siyasetmedarên hatin binçavkirin ewe ku malbatên ne li hev, li hev anîne. Dixwazin berî hilbijartinê bê tesîr bikin. Lê nikarin bi ser bikevin."
Parlementerê HDP'ê Îmam Taşçier, destnîşan kir ku hevdîtina wan a ji bi partiyên kurdan re tenê ne ji bo hilbijartinên herêmî ye û got: "Hevdîtin ji bo pêkanîna yekîtiya netewî girîng in. Heta yekîtiya netewî pêk neyê, dê kurd li Rojhilata Navîn nebin xwedî statu."
Parlamentera HDP’ê Ayşe Acar Başaran, diyar kir ku divê 8 kesên li Enqerê hatin binçavkirin bên berdan û got: “Em ê binkeftina desthilatdariyê, di 31’ê Adara 2019’an de, carek din nîşanî wan bidin.”