Buldan: Li vî welatî tu Kurd be hiqûq ji tere tune Temellî: Divê tecrîd bê şikandin û Tirkiye azad bibe
- polîtîka
- 14:35 03/11/2019
3'emîn Kongreya HDP'ê ya Stenbolê bi axaftinan berdewam dike. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, polîtîkayên îktidarê yên li ser HDP'ê û gelê Kurd rexne kir û wiha got: "Li vî welatî ger ku tu Kurd be hiqûq ji tere tune. Mînaka vê yekê jî girtina parlamenterê HDP'ê Abdullah Zeydan e. Dadgeh berdide, lê ji ber Kurd û HDP'î ye dozger îtiraz dike û nayê berdan."