DEM Partiyê li Elkê perwerdeya ewlehiya sindoqan da

img
ŞIRNEX - DEM Partiyê beriya hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê Adarê li navçeya Elkê perwerde ewlehiya sindoqan da peywirdarên sindoqê û muşahitan. 
 
Xebatên hilbijartinê yên Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Elkê ya Şirnexê didomin. DEM Partî bi rojeva ewlehiya hilbijartinê, bi peywirdarên sindoqan û muşahitan re hate gel hev. 
 
Di perwerdeyê de têkildarî mijarên ku dema di roja hilbijartinê de bêhiqûqtî û rewşên neyînî derdikevin dê çi bên kirin perwerde hate dayîn. 
 
Civîn li avahiya partiyê hat lidarxistin û namzetên hevşaredariyê yên navçeyê Beybûn Aslan û Agît Yîgît jî tev li bûn. 
 
Di civînê de hat destnîşankirin bê ka dê kî li ser sindoqên li navçe û gundan bên peywirdarkirin. Her wiha derheqê belgeyên ku dê ji hêzên ewlekariyê û rayedarên tên herêmê û dengê xwe bidin werin xwestin agahî hatin dayîn. 
 
Li navçeya Elkê û gundên wê dê li 17 dibistanan 53 sindoq bên danîn. DEM Partiyê ji bo sindoqan 180 kes peywirdar kir.