DEM Partiyê li Elkê perwerdeya ewlehiya sindoqan da 2024-03-27 14:42:29   ŞIRNEX - DEM Partiyê beriya hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê Adarê li navçeya Elkê perwerde ewlehiya sindoqan da peywirdarên sindoqê û muşahitan.    Xebatên hilbijartinê yên Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Elkê ya Şirnexê didomin. DEM Partî bi rojeva ewlehiya hilbijartinê, bi peywirdarên sindoqan û muşahitan re hate gel hev.    Di perwerdeyê de têkildarî mijarên ku dema di roja hilbijartinê de bêhiqûqtî û rewşên neyînî derdikevin dê çi bên kirin perwerde hate dayîn.    Civîn li avahiya partiyê hat lidarxistin û namzetên hevşaredariyê yên navçeyê Beybûn Aslan û Agît Yîgît jî tev li bûn.    Di civînê de hat destnîşankirin bê ka dê kî li ser sindoqên li navçe û gundan bên peywirdarkirin. Her wiha derheqê belgeyên ku dê ji hêzên ewlekariyê û rayedarên tên herêmê û dengê xwe bidin werin xwestin agahî hatin dayîn.    Li navçeya Elkê û gundên wê dê li 17 dibistanan 53 sindoq bên danîn. DEM Partiyê ji bo sindoqan 180 kes peywirdar kir.